Hejmara girtîgehên ketine greva birçîbûnê derket 106’an 2023-12-05 13:22:33   ENQERE - Girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dest bi greva birçîbûnê kirin. Bi tevlibûnên nû re hejmara girtîgehên ketine greva birçîbûnê derket 106’an.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” di 27’ê Mijdarê de li 104 girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî, li du girtîgehên din jî belav bû.    Girtiyên PKK û PAJK’î yên li Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriyê û Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Kavak a Samsûnê jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn.    Bi vê yekê re hejmara girtîgehên ketine greva birçîbûnê derket 106’an.    ÇALAKÎ DI ROJA 9’AN DE DIDOME   Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê hatiye destpêkirin di roja 9’an de berdewam dike.    Çalakî, di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” hate destpêkirin û dê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome.