21 kesan jiyana ji dest dan, girtî neman 2023-12-05 17:06:43   MÊRDÎN – Di qezaya trafîkê ya bi 2 TIR’an li Dêrikê çêbûbû de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di danişîna îro ya doza derbarê qezayê de hatiye vekirin de girtiyê bi navê Yûnûs Şatafli jî îro hate berdan.    Di 20’ê tebaxa 2022’yan de, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê bi 2 TIR’an qezaya trfîkê çêbû û 21 kes di qazayê de jiyana xwe ji dest dan. Danişîna dozê ya 5’emîn di 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran de hat lidarxistin. Şifêrê girtî dihat darizandin Yûnûs Şafafli, ji girtîgeha lê dihat ragirtin, bi Pargala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Xwediyên şîrketa TIR’an Kerem G., Mehmet A. Û Kerevan Mesût G nehatin danişînê. Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.    Danişîn piştî diyarkirina nasnameyan dest pê kir. Parêzerên xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane, xwestin ku bersûcên din ên negirtî tên darizandin jî werin girtin. Parêzeran destnîşan kirin ku berpirsyar ne tenê du şifêr in û xwestin kes û saziyên di qezayê de kêmasiya wan hene werin diyarkirin    Parêzerên bersûcan jî pirsîn ku çima piştî qezaya yekem tevdîr nehatin girtin û gotin: “Em nabêjin muwekîlên me bêsûc in. Em dixwazin kes û saziyên derveyî her du şifêran ên xwedî qusur û kêmasî jî werin diyarkirin û darizandin. Di raporên hatine amadekirin de nakokî hene.” Parêzerê girtî Yûnûs Şatafli jî xwest muwekîlê wî were berdan.    Şandeya dadgehê piştî navberê biryara xwe eşkere kir. Dadgeh girtî Şataflî tehliye kir û ji bo biryarê, biryar da ku li benda rapora kesên zane bisekinin.    Dadgehê danişîn taloqî 25’ê nîsanê kir.