Nobeda Edaletê: Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye 2023-12-06 09:06:56   MÊRSÎN - Hevserokê TUAY-DER'ê yê Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku dê Nobeda Edaletê ya ku ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê dane destpêkirin bidomînin û got: “Birêz Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye. Divê êdî destwerdan neyê kirin. Ev gel dê ji vê wêdetir qebûl neke."    Çalakiyên greva birçîbûnê yên dorveger yên ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 27’ê Mijdarê de li 104 girtîgehan li Tirkiye û Kurdistanê dest pê kirin. Lê ji duh ve hejmara girtîgehên çalakiyên greva birçîbûnê lê didomin bû 106. Her wiha ji bo piştgiriya li çalakiyên greva birçîbûnê li Amed, Mêrsîn, Wan û Edeneyê jî çalakiyên Nobeda Edaletê hatin destpêkirin. Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Mersîn Çûkûrovayê (Çûkûrova TÛAY-DER) Ergîn Altûntaş, der barê Nobeda Edaletê û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatin destpêkirin de axivî.   ‘TECRÎDA ÎMRALIYÊ LI HEMÛ ZINDANAN BELAV BÛYE'   Altûntaş anî ziman ku beriya niha jî gelek caran li girtîgehan grevên birçîbûnê çêbûne û got ku, desthilatdariya AKP-MHP'ê şert û mercên tecrîda mutleq li ser Ocalan çêkirine û ev yek bi zindanan re li tevahiya welat belav bûye.    ‘DAXWAZA, RAKIRINA TECRÎDÊ YE'   Altûntaş bal kişand ku bandora Ocalan li Rojhilata Navîn û cîhanê tê zanîn û got ku ji ber vê yekê tecrîd girantir bûye. Altûntaş wiha domand: “Tişta li vir ne tenê azadiya fîzîkî ye, li dijî pergala faşîst a ku hewl dide modernîteya demokratîk di nava gel de neyê qebûlkirin û wê asteng bike, daxwazeke girtiyan heye. Dibêjin, 'Birêz Ocalan rêberê me ye, serokê me ye, hevgirtina nirxên me ye. Em tecrîda li ser wî qebûl nakin. Daxwazên me di vî warî de ne.' Ev biryara wan a di vî warî de watedar e."    ‘SEDEM BÊDENGIYA LI DERVE YE'   Altûntaş bilêv kir ku girtîgeh kelehên berxwedanê ne û got ku li vir ji bilî bedenên girtiyan tu tu xeteke berxwedanê ya girtiyan nîn e. Altûntaş got: “Sedema sereke ya grevên birçîbûnê yên li zindanan bêdengiya li derve ye. Em hemû şirîkên vê bêdengiyê ne. Careke din li zindanan pêvajoyeke berxwedanê dest pê kir."    ‘ABDULLAH OCALAN XETA SOR A VÎ GELÎ YE'   Altûntaş herî dawî ji bo berxwedana li zindanan banga piştgiriyê kir û wiha got: “Nobedên me yên edaletê wê di çarçoveya helwesta berxwedana zindanan de bidomin. Zindan xetên berxwedanê ne û ji bo şikandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ku yekpareyiya nirxên gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û dayikên me ye, em bang li tevahiya raya giştî dikin ku tevbigere. Birêz Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye. Divê êdî destwerdan neyê kirin. Ev gel dê ji vê wêdetir qebûl neke. Ev gel dizane dema pêwîst be dê wekî hevrêyên li zindanan bedena xwe bid eber mirinê."