HEDEP: Roja dawî ya serlêdanên ji bo bernamzetiyê 10'ê Kanûnê ye 2023-12-06 09:07:58   AMED - Li HEDEP'ê pêvajoya serlêdana ji bo bernamzetiyê ya ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê dewam dike. Hevserokê HEDEP'ê yê Amedê Abbas Şahîn bi bîr xist ku dema serlêdanê 10'ê Kanûnê ye.   Li Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) pêvajoya serlêdana bernamzetiyê ya ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an didome. Serlêdanên ji bo hevşaredariyê, endamtiya meclisa şaredariyê û endamtiya meclisa giştî yên bajar û navçeyan dê di 8'ê Kanûnê de bi dawî bibin. Hevserokê HEDEP'ê yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku serlêdan bênavber didomin.    Hevserokê HEDEP'ê yê Amedê Abbas Şahîn   Şahîn diyar kir ku qeyûm "diziya îradeyê" ye û serlêdanên wan jî li dijî vê yekê ne û got: "Em amadekariya hilbijartinên 31'ê Adarê dikin. Tevî gotina 'em ê qeyûm tayînî şaredariyan bikin' jî gel eleqeyeke mezin nîşan dide û dibêje 'Em ê vê carê jî hemû şaredariyên xwe bi dest bixin û bi gelê xwe re şaredariyên xwe biparêzin.'"   BANGA JI BO SERLÊDANÊ   Şahîn da zanîn ku serlêdanên ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 17 şaredariyên navçeyan, endamtiya meclisên şaredariyan û endamtiya meclisên giştî yên bajaran zêde ne û got ku ji ber vê sedemê hejmara komîsyonan zêde kirine. Şahîn diyar kir ku di demeke pir kin de serlêdan gihaştine nêzî hezarî û got ku serlêdan dê di 10'ê Kanûnê de bi dawî bibin. Şahîn got, "Serlêdanên hemû hevalên me û serlêdanên hemû kesên li gor pîvanan ji bo me girîng in. Ev ne tenê serlêdanek e, di heman demê de bersivek e ji bo rejîma qeyûmtiyê."   Şahîn bal kişand ku dê namzet ji aliyê gel ve bên diyarkirin û wiha got: "Piştî serlêdanan dê di çarçoveya pîvanên me de hilbijartina seretayî û rapirsiya namzetan bê kirin. Bi vî awayî em ê serlêdanan bi dawî bikin. Em ê ne tenê serlêdanan, ji bo careke din qeyûm neyên tayinkirin em ê tevî gelê xwe hin nîqaşan bikin. Em ê şaredariyên gel car din bidin gel."