Rûniştina li terasa qeyûm jî bi pereyan e 2023-12-06 09:08:51   ŞIRNEX - Qeyûmê Şaredariya Cizîrê li ser girekî Cizîrê teraseke ji camê çêkiriye û heqê rûniştin û wênekişandinê ji gel distîne.    Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de li Kurdistan û Tirkiyeyê ji 65 şaredariyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dest xistibûn 45 jê ji aliyê qeyûman ve hatin xespkirin. Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê jî yek ji wan şaredariyan e. Di nava 4 salan de li Şaredariya Cizîrê 3 qeyûm hatin guherandin. Her qeyûmekî jî bi xwe re wêraniyeke mezintir anî. Qeyûman, tiştên aîdê gel pêşkeşî alîgirên xwe kirin. Derkete holê ku qeyûman di van  4 salan de 40 mal û milkê şaredariyê firotine.    WÊNEKIŞANDIN BI 200 LÎREYAN E!   Qeyûmê Cizîrê li ser girê dikeve ser rêya hawirdorê bi bihayê 3 milyon lîreyan teraseke ji camê çêkir ku 40 mîtrokare ye. Qeyûm, ji bûk û zavayên dixwazin li wir wêneyan bikişînin 200 lîreyena distîne û ji welatiyên navçeyê yên dixwazin li navçeyê binêrin jî 20 lîreyan distîne.    HEQÊ RÛNIŞTINÊ DISTÎNE   Her wiha ji bo rûniştina di locaya terasa camkirî de jî 50 TL biha hatiye diyarkirin. Anku bi qeyûman re êdî temaşekirina Cizîrê jî bi pereyan e. Xelkê bajar li dijî vê sepanê bibertek e û dibêjin ku qeyûm heqê gel dixwe.    MA / Zeynep Durgut