Jinên girtî yên siyasetmedar xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin 2023-12-06 09:58:45 ENQERE - Jinên ji Doza Kobanê girtî piştî erdheja li Gemlîkê, ji bo rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê dan ku wan sewqî Girtîgeha Îmraliyê bikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 27'ê Mijdarê de bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd  çareserî” dane destpêkirin didome. Siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, ji ber rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê dan û xwestin li Girtîgeha Îmraliyê bên sewqkirin.    Serlêdan piştî erdheja 4’ê kanûnê ya Gemlîk a Bûrsayê hate kirin.    JINÊN GIRTÎ XWESTIN LI ÎMRALIYÊ BÊN SEWQKIRIN   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel a ji Doza Kobanê girtî û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata jî di nav de, jinên girtî di serlêdanên xwe de xwestin ku Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re jî hevdîtinê bike.    Herwiha jinên girtî xwestin wan sewqî Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bikin.   TUNCEL: DI REWŞÊN AWARTE DE MAFÊ TELEFONÊ HEYE   Tuncel, bi rêya parêzerê xwe peyamak ji MA’yê re şand û di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Weke jinên girtî yên ji Doza Kompasê ya Kobanê niha di Girtîgeha Sîncanê de têne ragirtin, di heman demê de me xwest ku di rewşên awarte de birêz Ocalan ji mafê xwe yê telefonê sûd bigire."   MA / Firat Can Arslan