Sedema beraetkirina Çaglar: Delîlên şênber nîn in 2023-12-06 10:27:58   MÊRSÎN - Nûçegihanê MA’yê Ergîn Çaglar dema Meşa Gemlîkê dişopand hatibû binçavkirin û der barê wî de doz hatibû vekirin. Çaglar beraet kir û di biryara beraetê de wiha hat gotin: “Dêlîlên şênber nehatin dîtin.”    Di 12'ê hezîrana 2022'yan de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li navçeya Gemlîkê ya Bursayê meş hat lidarxistin. Nûçegihanê me Ergîn Çaglar jî dema meş dişopand hate binçavkirin û der barê wî de bi îdiaya “muxalefeta qanûna civîn û xwepêşandanan” doz hate vekirin. Danişîna dozê di 12’ê cotmehê de li 29’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Bursayê hat lidarxistin û Çaglar beraet kir.    ‘SÛC NEHAT DÎTIN’   Sedema biryara beraetê hate eşkerekirin. Di biryara bisedem de wiha hate gotin: “Li gorî rêgeza herî girîng a darizandinên cezayê ya ‘ji gumanê bersûc sûd digire’ divê bersûc bi delîlekî tu gumanan li pişt xwe nahêle, were darizandin. Divê mehkumkirin xwe bispêre îspateke rast û zelal. Der barê bersûc de tu delîlên şênber ku hemû gumanan ji holê rake nehatine dîtin (…)”