Îşkenceya li dijî ciwanên belavok belav dikirin li emniyetê jî dom kir 2023-12-06 11:51:26   ÊLIH - Îşkenceya li dijî ciwanên HEDEP’î yên ku dema belavok belav dikirin ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin li emniyetê jî berdewam kir. Ji ciwanan Adnan Vural got ku wan raporên derbkirinê wergirtine û dê giliyê polîsan bikin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) dê di 24’ê kanûnê de li Amedê kongreya xwe li dar bixe. Ji bo kongreyê, ciwanên partiyê di 3’yê kanûnê de xwestin li Êlihê belavokan belav bikin. Lê polîsan êrişî ciwanan kirin û tundî lê kirin. Endamên Meclisa Ciwanan a Êlihê Mehmet Alî Teknal, Serhat Salman, Adnan Vural, Samet Aravîn, Seyîthan Çetel, Fatîh Başaran, Eyûp Alphan û Mehmet Çîçek bi lêdanê hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê.    Ciwanên ku bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911 a civîn û xwepêşandanan” hatin tawanbarkirin, rojek piştre hatin berdan.    Derket holê ku îşkenceya li naverasta kolanê li ciwanan hatiye kirin li midûriyeta emniyetê jî berdewam kiriye.    ‘EM HATIN ÎŞKENCEKIRIN’   Ji ciwanên hatine îşkencekirin Adnan Vural wiha qala bûyerê kir: “Ji bo tevlibûna kongreyê me li ser Cadeya Diyarbakirê belavok belav dikirin. Ji ewil li Parka Yilmaz Guney pêşiya me hate girtin. Polîsan xwestin nasnameyên me kontrol bikin û belavok neyên belavkirin. Lê me dîsa jî belavok belav kirin. Lê îcar jî li pêşiya Batmanpark AVM’ê rê li me girtin. Bêyî ku sedemek were nîşandan, gotin ku belavkirina belavokan qedexe ye. Me jî jê re got ku partiyên din ên siyasî her roj li vir xebatan dimeşînin lê li hemberî wan tu astengî nayên derxistin. Me xwest ku têkildarî qedexeyê biryara walîtî û dozgeriyê nîşan bidin. Lê tu yek ji wan nîşan nedan. Ji polîsan yekî got; ‘ez nahêlim hûn li vî bajarî belavokan belav bikin’ û dest bi heqaretan kir. Piştî vê jî polîsan dest bi êrişê kirin. Polîsan li wir îşkence li me kirin.”    JI BER PÊHNA LI SINGÊ WÎ KETÎ Û GAZA ÎSOTÊ BI SER HIŞÊ XWE ÇÛ    Vural, da zanîn ku piştî binçavkirinê hem di wesayîta polîsan de hem jî li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê îşkence berdewam kiriye û wiha pê de çû: “Dema em dibirin emniyetê, hem di rê de hem jî li emniyetê îşkenceya fîzîkî li me kirin. Ji nêz ve gaza îsotê avêtin çavên min. Pêhnek li singê hevalekê me xistin û gaza îsotê avêtin lewma hevalê me bi ser hişê xwe çû. Li nexweşxaneyê girtin muşahideyê. Me tevan jî rapora derbkirinê wergirt. Ling, mil, pişt û piyên me tevan reş û şîn bûn. Di dema binçavkirinê û li emniyetê çêrên pir giran li me kirin. Îşkence li me kirin. Di kêliyên ewil de nehiştin em bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Em ê giliyê polîsên îşkence li me kirin û yên fermana îşkenceyê dayîn bikin.”    'DÊ TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BIDOME’    Vural, anî ziman ku tevî her tiştî jî ji bo tevlibûneke xurt a kongreyê ya ku ji destê wan tê dê bikin û wiha qedand: “Dê têkoşîna me ya li dijî faşîzmê bidome. Li dijî koletî, pişaftin û tiryaka li me tê ferzkirin em ê qadan neterikînin. Li dijî van êrişan, em ê ciwanên rêxistinkirî û berxwedêr bihêztir bikin. Ji bo kongre girseyî derbas bibe em ê xebatên xwe mezintir bikin.”    MA/ Fethî Balaman