Li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê bi sedan wesayît di dorê de man 2023-12-06 11:52:40   ŞIRNEX - Li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji ber zêdebûna çûn û hatinê bi kîlometreyan dora wesayîtan çêbû. Kesên dixwazin têkevin Tirkiyeyê bi saetan di rêyan de man.    Kesên xwestin ji Herêma Federe ya Kardistanê derbasî Tirkiyeyê bibin li Deriyê Sînor ê Xabûrê li benda dorê man. Ji ber çûn û hatina zêde, li ber deriyê sînor bi kîlometreyan dora wesayîtan çêbû.    Dema libendêmayîna dorê ya li ber deriyê sînor gihişt 24 saetan. Di vê dema dirêj a sekinînê de rêwî di mijara çareserkirina pêdiviyên xwe yên weke av, xwarin û destşoyê de astengiyên mezin dikişînin.   Welatiyên demekî dirêj li ber deriyê sînor sekinîn, qartonên bi xwe anîn danîn kêleka rê û xwe li ser dirêj kirin.