Danişîna doza cerdevanê tecawizkar: Zarokê got ku gef lê hatiye xwarin 2023-12-06 14:25:29   ŞIRNEX - Li Şirnexê ji cerdevan Ramazan Babat ê ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf li zarokê kiriye” tê darizandin ceza hate xwestin. Zaroka ku rastî tecawizê hate got ku gef li wê û malbata wê hatiye xwarin.    Der barê cerdevanê bi navê Ramazan Babat li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê destdirêjî li zaroka bi navê S.G. ya 16 salî kiribû û ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf li zarokê kiriye” û 5 kesên din ên negirtî tên darizandin de doz hatibû vekirin. 8’emîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Parêzer di danişînê de amade bûn. Bersûc Babat ji Girtîgeha Tîpa T a Xelatê ya Bedlisê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Zaroka mexdûr S.G. jî bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.    GILÎ HATE QEBÛLKIRIN    Dadgehê, giliya ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der heqê bersûc de bi sûcdariya “Kes ji mafê wê yê azadiyê bêpar hiştiye” kiribû, di danişîna beriya niha de qebûl kir û bi dosya bingehîn re kir yek.   Bersûc, Babat îdia kir ku bêsûc e. Parêzerê wî Gurgîn Babat jî îdia kir ku beyanên mexdûr nikarin weke îfade bên nîşandan û wiha got: “Tu delîl nîne ku bersûc sûcê mijara gotinê kiriye. Ji bilî îfadeya mexdûr 4 meh piştî bûyerê daye, tu delîl tune ne. Divê qeydên HTS’ê ji dosyayê bên derxistin û bên îmhakirin. Ev delîl bi tena serê xwe têra cezakirinê nake.”   ZAROK: GEF LI MIN TÊN XWARIN    Îfadeyên zaroka mexdûr S.G. ku di bin parastina Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê de ye hatin wergirtin. S.G. diyar kir ku gef li malbata wê tên xwarin û wiha got: “Ji bo ku giliya xwe bi paş ve bikişînim her tim gef li malbata min tê xwarin. Malbata min ev yek ji min re ragihand. Malbata min têkildarî van gefan li tu meqaman gilî nekir. Ez diçim ku derê min dibînin. Ji ber vê yekê cihê min her tim tê guhertin. Aliyê din dibêjin ku heke giliya xwe bi paş ve nekişînim dê zirarê bidin min û malbata min. Ez giliyê van dikim. Hemû îfadeyên bersûc ên heta roja me li pêşberî dadgehê dane xeyalî ne. Tiştên di serê xwe de diafirîne di hizura we de tîne ziman û derewan dike.”   DAXWAZA CEZA   Dozger, di mutalaya xwe de xwest ku bersûcên negirtî tên darizandin Çetîn Babat, Emîn Guvercîn, Sadî Babat, Şehmûs Babat û Yilmaz Guvercin ji sûcên “Delîlên sûc ji holê rakirinê û kesekê ji azadiya wê bêpar hiştinê” cuda cuda bên cezakirin. Dozger xwest ku bersûc Babat ji ber sûcên “îstîsmara zayendî ya biwesf li zarokê kiriye” û “Kes ji mafê wê yê azadiyê bêpar hiştiye” were cezakirin û rewşa girtina wî berdewam bike.    Parêzerê Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê diyar kir ku tev li mutalayê dibin û xwest bersûc bên cezakirin. Parêzerê bersûc jî daxwaza dema zêde kir.    HATE TALOQKIRIN    Şandeya Dadgehê daxwaza parêzerê bersûc a dema zêde qebûl kir. Dadgehê biryara berdewama girtina bersûc da û danişîn taloqî 18’ê kanûnê kir.