Ji bo parastinê dem dan Ogun Samast 2023-12-06 16:17:29   STENBOL - Danişîna doza kujerê Hrant Dink ê bi navê Ogun Samast ku bi daxwaza 10 sal cezayê hefsê tê darizandin, hate lidarxistin. Samast, ji Trabzonê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û ji bo parastinê dem xwest. Dadgehê ev daxwaz qebûl kir û danişîn taloq kir.    Derheqê kujerê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, Ogun Samast de ji ber sûcê “endamê rêxistina terorê ya çekdar nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” doz hatibû vekirin. Di dozê de ji bo kujer Samast ji 5 salan heta 10 salan cezayê hefsê tê xwestin. Danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate lidarxistin.    Îdianameya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû amadekirin, ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan a Stenbolê ve hate qebûlkirin. Piştre jî 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dosyaya Samast bi dosyaya Yasîn Hayal û Erhan Tuncer jî di nav de ya 11 bersûcan re kir yek dosya.    LI TRABZONÊ BI SEGBÎS’Ê TEV LI DANIŞÎNÊ BÛ    Parêzerên her du aliyan di danişînê de amade bûn. Samast jî li Trabzonê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Samast, bi kumekî reş, sakoyê reş û bi berçavkan hate Edliyeya Akçaabatê û hevjîna wî Selma Şahîn jî pê re bû.    Serokê dadgehê diyar kir ku dê îfadeyên Midûrê Şaxa C’yê ya Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê yê berê Alî Fuat Yilmazer, Ogun Samast û Ersîn Yolcu bigire. Ji bo parastinê ji ewil mafê axaftinê da Yilmazer.    Yilmazer, bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû îdia kir ku wî îdiayên derheqê xwe de vala derxistiye. Piştre jî parêzerê Ogun Samast, Raşît Hodo axivî û ji bo parastina miwekîla xwe dem xwest. Samast jî heman daxwaz ji dadgehê kir.    Serokê dadgehê daxwaza qebûl kir û biryar da ku di danişîneke din de li parastina Samast guhdarî bike.