Cenazeyê zaroka ku hate îdiakirin xwe avêtiye çem hate dîtin 2023-12-06 16:59:30   ŞIRNEX - Cenazeyê zaroka 15 salî ku hate îdiakirin xwe avêtiye Çemê Dîcleyê, piştî 10 rojan li Herêma Kurdistanê hate dîtin.    Hat îdiakirin ku di 27’ê mijdarê de du xwişkan li navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo întîharê xwe avêtin Çemê Dîcleyê. Ji zarokan Z.Ç. a 14 salî ji hêla masîvanên li derdorê ve hatibû rizgarkirin. Lê zaroka 15 salî Z.Ç. di demekî kin de li ber avê ketibû û winda bûbû.   Hate diyarkirin ku cenazeyê zaroka 15 salî li nêzî gundê Xanê yê dikeve ser sînorê Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê welatiyan ve hatiye dîtin. Tê payîn ku dê cenaze bînin Cizîrê û piştî kirariyên otopsiyê bê veşartin.