Li Rihayê fîlmê Press hat pêşandan 2023-12-06 18:29:55   RIHA - Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan de ku ji aliyê OHD, ÎHD û Baroya Rihayê ve tên lidarxistin, fîlmê Press ku behsa serpêhatiyên rojnamegerên Rojnameya Ozgur Gundemê dike, hat pêşandan.   Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê di çarçoveya bernameyên Hefteya Mafê Mirovan de li eywana konferansê ya Tahîr Elçî fîlmê Press ku behsa serpêhatiyên rojnamegerên Rojnameya Ozgur Gundemê dike, hat pêşandan. Fîlm ji aliyê gelek kesan ve hat temaşekirin.   Fîlmê Press ku di sala 2011'an de ji aliyê derhêner Sedat Yilmaz ve hatiye çêkirin û Sezgîn Cengîz, Engîn Emre Deger û Aram Dildar tê de dileyîzin, qala rojnamegerên Rojnameya Ozgur Gundemê ya salên 90’î dike. Rojnamegerên Ozgur Gundemê tevî zextan jî binpêkirinên mafan û kuştinên "kiryar nediyar" ên li Amed û Kurdistanê radigihînin. Fîlm di ser rojnamegeran re rewşa Kurdistanê û polîtikayên dewletê radixîne ber çavan.