Ji Nobeda Edaletê bang: Xwedîderketineke civakî divê 2023-12-07 09:11:40   AMED - Welatiyên ku tev li Nobeda Edaletê ya Amedê bûn û serdana nobedê kirin, diyar kirin ku xwedîderketina civakî divê û gotin: “Divê gelê me piştgiriyê bide çalakiyê. Em ê teqez bi ser bikevin."   Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 33 meh in agahî jê nayê girtin û azadiya wî ya fizîkî ya li girtîgehan hatiye destpêkirin, di roja 11'an de ye. Ji bo piştgiriya çalakiya girtiyan Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê bi dirûşma "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan" di 4'ê kanûnê de Nobeda Edaletê da destpêkirin. Di çarçoveya çalakiyê de li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Rezanê 4 roj in nobed tê girtin.   Kesên beşdarî çalakiyê bûn û serdana çalakiyê kirin, îşaret bi girîngiya nobedê kirin û sedemên xwe yên beşdarbûnê gotin.    ‘YEKANE DAXWAZA ME RAKIRINA TECRÎDÊ YE'   Şaîde Hayme ya beşdarî nobedê bû û 2 zarokên wê di girtîgehê de ne, diyar kir ku kurê wê Mehmet Hayme yê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî ye jî di greva birçîbûnê de ye. Hayme, anî ziman ku yekane daxwaza wan rakirina tecrîdê ye û got: “Beriya ku rewşa tenduristiya zarokên me giran bibe divê parêzer biçin Îmraliyê. Bila yên li derve empatiyê bikin; ger 10 rojan nexwin, dikarin tenê bi çay û şerbetê bijîn? Heta ku li girtîgehan grevên birçîbûnê bidomin dê çalakiya me jî bidome."   Remziye Donak a ku nobedê ziyaret kir diyar kir ku ew ji bo aştî û edaletê çalakiyan li dar dixin û got: “Em şer naxwazin. Divê gelê me ji bo şikandina tecrîdê rabe ser pêyan."   ‘XWEDÎDERKETINEKE CIVAKÎ DIVÊ'   Şukriye Sarûhan a ku nobed ziyaret kir, bal kişand ser zext û binpêkirina mafan ên li girtîgehan û got: “Ji ber ku ji me dûr in, em bi mehan û salan zarokên xwe nabînin. Wan dixin hucreyan. Li ser Rêberê me tecrîd heye. Zêdeyî 2 sal in tu xeber tune ye. Her wiha mafê wî heye ku bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê belê bi tu awayî destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike. Em vê yekê qebûl nakin. Ev pirsgirêk bi vî awayî nayê çareserkirin. Em heta niha netirsiyan, em ê niha jî netirsin. Dayikên tirk jî ji bo ku dayik negirîn divê piştgiriyê bidin çalakiyê. Ger em destê xwe bidin hev, em ê karibin tecrîdê bişkînin û vî şerî bidin sekinandin. Ji bo vê divê xwedîderketineke civakî hebe.”   ‘EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN'   Xwişka Hamdusena Ada ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye Reşahat Adayê jî sedema tevlibûna xwe ya Nobeda Edaletê wiha vegot: “Girtiyên li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne. Me Nobeda Edaletê da destpêkirin da ku em bi wan re bibin yek û bibin dengê wan. Em heta dawiyê bi girtiyên xwe re ne. Heya ku grevên birçîbûnê û tecrîda li girtîgehan bidome, dê berpirsiyariya me jî bidome. Êdî bes e, em naxwazin zarokên me bikevin rojiya mirinê. Bêyî rakirina tecrîdê û zextên li ser girtîgehan bi taybetî jî tecrîda Îmraliyê, aştî pêk nayê. Bila gelê me piştgiriyê bide çalakiyê. Em ê teqez bi ser bikevin."   JI BO AŞTIYEKE BIRÛMET   Yaşar Saykan ê ku nobedê ziyaret kir diyar kir ku ew aştiyeke birûmet dixwazin û wiha got: “Ji bo vê jî divê dewlet gavina biavêje û tecrîd bê rakirin. Ev çalakî ji bo her kesî girîng e. Heta ku tecrîd neyê rakirin dê aştî pêk neyê. Şikandina tecrîdê jî tê wateya hatina aştiyê."   MA / Mehmet Guleş