Girtî: Çalakiya me heya em digihijin armanca xwe dê bidome 2023-12-07 10:41:54   MÊRDÎN - Girtiyên di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê didomînin û gotin: “Heya em digihijin armanca xwe, dê çalakiya me bidome."    Grevên birçîbûnê yên dorveger ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê hatine destpêkirin didomin. Îro komên duyemîn çalakiyên grevên birçîbûnê dewr digirin. Ji komên ku greva birçîbûnê ji hevalên xwe dewr digirin yek jî 10 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê tên rêgirtin in.     Hasan Kiliç û Îsmaîl Çoban ên bi malbatên xwe re hevdîtina vekirî pêk anîn, nêzîkatiya îdareya girtîgehê û peyamên girtiyên di çalakiya birçîbûnê bi cemaweriya giştî re parve kirin.   GEFA MIRINÊ    Girtiyên bi bi malbatên xwe re hevdîtinê kirin destnîşan kirin ku îdareya girtîgehê pir caran ji wan re astengiyê derdixînin û ji wan dixwazin ku çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bikin û anîn ziman ku îdareya girtîgehê ji wan re wiha gotiye: “Hûn jî dê wek Serokê xwe di bin tecrîdê de bibin. Hûn ê negihin armanca xwe. Dê tenê cenazeyên we ji vir derkevin.”   PEYAMA GIRTIYAN    Peyama Îbrahîm Halîl Ercan ku di greva birçîbûnê de ye jî wiha ye: "Çalakiya me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe daye destpêkirin dê bidome. Armanca me bidawîkirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye. Heya em digihijin armanca xwe dê çalakiya me bi biryar dom bike. Bila gelê me li derve bibe dengê çalakiya me. Bila piştgiriyê bidin me. Em ê bi hev re azadiyê bînin.”