Prz Bekçî: Daxwaza girtiyan ji daxwazên gel dûr nîn in 2023-12-08 09:00:38 STENBOL - Parêzera endama OHD’ê Berîvan Bekçî anî ziman ku daxwaza girtiyên ketine greva birçîbûnê ya “Ji Ocalan re aşitî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji daxwazên gel dûr nîn in û destnîşan kir ku divê civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê li çalakiyê xwedî derbikevin.   Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, ev 33 meh in tu agahî nayên girtin. Grevên birçîbûnê yên demkî û dorveger ên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di 27’ê mijdarê de hatine destpêkirin, di roja 12’emîn de berdewam dikin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Berîvan Bekçî derbarê tecrîda li Îmraliyê û daxwazên girtiyan ji ajansa me re axivî.    Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Berîvan Bekçî   ‘DÊ JI BO DAXWAZAN PÊVAJOYEK WERE MEŞANDIN’   Parêzer Bekçî da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê belavî tevahiya girtîgehan û civakê bûye û diyar kir ku tecrîd di peymanên neteweyî û navneteweyî de jî nîn in û got: “Birêz Ocalan di 25’ê adara 2021’an de bi telefonê axaftineke kurt kir û ji wê rojê heya niha tu agahî jê nayên girtin. Derbarê tendurstî û rewşa wî de tu agahî tune ne. Herî dawî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) serdanek kir. Lê belê têkildarî serdanê tu agahi bi rayagiştî re nehat parvekirin. Anku bi gelê, derbarê tenduristî û rewşê de ketiye gumanan re tu agahiyan parve nakin.”   Bekçî bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên têkildarî mijarê girtiyan dane destpêkirin û wiha axivî: “Ev grevên birçîbûnê ji bona serdanek ji girtîgeha Îmraliyê re were kirin û daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd e. Ji bo ku ev daxwaz werin pêkanin, dê pêvajoyek were meşandin. Niha heya 15’ê sibatê demek hatiye diyarkirin.”   DÊ PÊVAJO GIRANTIR BIBE   Bekçî da zanîn ku di pêvajoya grevên birçîbûnê de hin pirsgirêkên ku dikarin rû bidin hene û derbarê van pirsgirêkan de ev tişt anî ziman: “Di pêvajoyên grevên birçîbûnê de, di dema sewqên girtîgehan tên kirin de dê pirsgirêk werin jiyîn. Ji hêla me ve girtîgeh hêj nekarîne dermaneke hêsan peyda bikin, em ne li bendê ne ku girtîgeh ji bo girtiyan ketine grevên birçîbûnê vîtamîn û dermanên pêwîst temin bikin. Em pê qaneh in ku dê ev şert û mercên heyî, bi grevên birçîbûnê re girantir bibin. Mixabin dê bi awayeke cudatir nêz nebin û her ku diçe dê şert û mercên tundiyê derkevin holê. Em li bendê ne ku îşkence, binpêkirinên mafan û cezayên disîplînê rû bidin.”   DAXWAZÊN GIRTIYAN    Bekçî da zanîn ku ji ber ew neçûne serdana temamiya girtîgehên li Herêma Marmarayê û bi lêv kir ku ji ber vê jî ew derbarê hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê de, xwedî agahî nîn in. Bekçî derbarê hevdîtina bi girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên ragirtin de axivî û got: “Pêvajoyek ji bo rakirina tecrîda giran û pêkanîna azadiyê hatiye destpêkirin. Daxwazeke din a wan heye; ew jî di rayagiştî de dengvedana çalakiya wan e. Ankû dengek an jî bersivekê bibîne. Ew dibêjin ‘Em li vir ketin pêvajoyeke grevên birçîbûnê. Daxwazeke me heye.’ Lê belê ev daxwaz ji daxwazên gel cudatir nîn e. Ji ber ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi demokratîk ev grev dest pê kir. Ji ber vê dixwazin bi daxuyaniyên çapemeniyê û serlêdanan ji nobeta wan re piştgirî were dayîn.”   BANGA XWEDÎDERKETINÊ   Bekçî di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di serî de bang li saziyên sivîl û hiqûqê dikin ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derbikevin. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku di vê pavajoyê de erk û berpirsyariyên xwe bîne cih û ji bo tecrîda li Îmraliyê rake, hin gavan biavêje. Herwiha em weke OHD'ê destnîşan dikin ku em ê bibin şopdarên pêvajoyê.”    MA / Omer Îbrahîmoglû