Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Darizandineke dijhiqûqî hate kirin 2023-12-08 09:01:19   AMED - Hevdîrektorê MLSA’yê parêzer Veysel Ok, bal kişand ser dijhiqûqiyên di danişîna Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û wiha got: “Beyanên îtîrafkaran ên di darizandina rojnamevanan de dikin hincet dijhiqûqî ne. Beyana îtîrafkarane ku pêdiviyê pê dibînin dema girtinê dirêj bikin. Heke beyanên îtîrafkaran nebin, ji xwe ew îdianame tescîla rojnamevaniyê ye.”   Danişîna ewil a Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirina rêxistinê û birêvebirina wê” tê darizandin duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de dozger piştî parastina Muftuoglû mutalaya xwe pêşkeş kir û berdewama girtina wê xwest. Dû re parêzer Resûl Temûr parastin kir. Piştî parastinê şandeya dadgehê beriya ku parêzerên din parastina xwe bikin û beriya îfadeyên Mûftûoglû û parêzeran ên li dijî mutalayê bên guhdarkirin biryara “berdewama girtinê” da. Parêzer Veysel Ok îtîrazî biryara dadgehê kir. Piştî biryarê bi armanca biryar were qeydkirin, têkildarî îdianameyê parastin kir. Dadgehê derbarê Hevseroka DFG’ê Muftuoglû de biryara berdewama girtina wê da û danişîn taloqî 18’ê çileya 2024’an kir.    Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok   ‘DARIZANDINEKE DIJHIQÛQÎ ÇÊBÛ’    Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok, biryara dadgehê ji ajansa me re nirxand. Ok, diyar kir ku piştî mutala girtinê ya dozger, di hiqûqa ceza de divê ewilî were pirsîn ka îfadeyên kesên tên darizandin heye an nîne û wiha got: “Dicleyê li dijî girtinê îfade neda. Parêzeran nekarî parastinê bikin û biryar aşkere kirin. Me ev yek li dadgehê anî ziman. Di dîroka hiqûqê de cara ewil e ez vê yekê dibinim. Bêyî ku parêzer û bersûc parastinê bikin biryar hate aşkerekirin. Darizandineke ku ev qas li dijî hiqûqê hate kirin. Di vê darizandinê de usulê ceza nehate pêkanîn. Tevî wê me îdianame nirxand û xwest were qeydkirin.”   ‘ŞÛNA XELATÊ BIDIN GIRTIN’    Ok, diyar kir ku di îdianameya Dîcle Muftuoglû de ji bilî nûçe û gera ji bo nûçeyan tiştekî din nîne û anî ziman ku bi destê “du îtîrafkarên profesyonel” Muftuoglû 7 meh in dîl girtî ye. Ok, got ku “Tu aliyê vê nîne ku bi hiqûq û aqilî were vegotin” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bi temamî biryareke keyfî û dijhiqûqî ye. Danişîna herî girîng ku dadger hiqûqê nizanin ev bû. Berdin girtina Dîcleyê divê nehatibûya binçavkirin jî. Ji bo ku nûçegihaniyeke baş kiriye lazim e hatibûya xelatkirin. Lê em dibînin ku biryar beriya parastinan hate aşkere kirin û biryara berdewama girtinê hate dayîn.”   ‘BEYANÊN ÎTÎRAFKARAN JI BO DIRÊJKIRINA GIRTINÊ NE’    Ok ê qala beyanên îtîrafkaran ên di darizandinên rojnamevanan de dikin hinceta darizandinan kir û diyar kir ku di pergala hiqûqeke asayî de divê beyanên îtîrafkaran biavêjin çopî. Ok, axaftina xwe wiha domand: “Ev beyanên ku ji bo xwe xelaskirinê ne. Derbarê wan mirovan de doz hene. Ji bo ku xwe ji wan dozan xelas bikin bêbextiyê li rojnamevanan û aktîvîstan dikin. Di hiqûqê de cihê vê yekê nîne. Biryarên AYM’ê, Dadgeha Bilind û DMME’yê diyar in. Beyana îtîrafkarane ku pêdiviyê pê dibînin dema girtinê dirêj bikin. Heke beyanên îtîrafkaran nebin, ji xwe ew îdianame tescîla rojnamevaniyê ye.”   ‘TEŞHÎRKIRINA ÇAVKANIYÊN NÛÇEYAN’    Ok, ê darizandina rojnamevanan a ji ber îstasyonên bazê, raporên MASAK’ê û hwd. nirxand wiha got: “Di xala 11’emîn a Qanûna Çapemeniyê de gelek zelal dinivîse; çavkaniyên nûçeyan veşartî ne nikarin werin teşhîrkirin. Ev li AYM’ê û DMME’yê jî dinivîsin. Hûn nikarin qeydên telefonan ên rojnamevanekî weke ku dixwazin pêşkeş bikin. Ev çavkaniyên nûçeyan e. Heke hûn çavkaniyên nûçeyan ên rojnamevanekê/î teşhîr bikin nûçe nikare were çêkirin. Ji ber ku çavkaniyên nûçeyan ditirsin û xwe didin paş. Me dît ku darizandineke ji derveyî van rêgezan çêbû. Ez bawer im ku dê li dadgehên jor têkildarî van xisûsan tespît werin kirin.”   ‘JI BO DANIŞÎNA SEDAT YILMAZ BANG KIR’    Ok, bi bîr xist ku danişîna doza edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz ê girtî di 14’ê kanûnê de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ferqa Sedat ji Dîcleyê nîne. Ji bilî xebatên wî yên pîşeyî, gera wî û îtîrafkarekî tu delîlên din tune ne. Hefteya pêşiya me danişîna wî heye. Tişta ku em ji Wezareta Dadê dixwazin ew e ku dadgerên ku vê dozê dizanin bila darizandinê bikin. Hemû saziyên netewî û navnetewî vedixwînim danişîna Yilmaz.”   MA/ Mujdat Can