Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye: Daxwazên wan banga ji bo aştiya civakî ne 2023-12-08 09:27:52 AMED - Hevserokê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Yûsûf Erdogan diyar kir ku daxwazên girtiyan ên di greva birçîbûnê de, "bangeke ji bo aştiya rewa û civakî ne." Greva birçîbûnê ya dorveger ku di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" li zêdetirî 100 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dest pê kiribû, di roja 12'an de didome. Li gel çalakiyên greva birçîbûnê, li gelek bajaran jî ji bo qebûlkirina vê daxwazê Nobeda Edaletê dest pê kirin. Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Yûsûf Erdogan diyar kir ku daxwazên girtiyan rewa ne.    Hevserokê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Yûsûf Erdogan   TECRÎDA MUTLEQ 33 MEH IN DIDOME   Erdogan, diyar kir ku wan serdana Girtîgeha Kampusê ya Amedê ya ku greva birçîbûnê lê berdewam dike kiriye û got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî 33 meh in nikarin hevdîtinê malbata xwe û parêzerên xwe re bikin. Ev yek veguheruye bêpêwendiyeke mutleq. Malbat der barê tenduristiya xizmên xwe de tu agahiyan bi dest naxin. Parêzer jî ji bo şopandina pêvajoyên hiqûqî yên dosyeyên muwekîlên xwe gelek caran serlêdan kirine. Lê bi hinceta cezayên dîsîplînê serlêdan bê encam mane."    Erdogan, bal kişand ku tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye û got: "Em dibînin ku tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye û ne tenê li Îmraliyê, li girtîgehên din jî wekî rêbazeke desthilatê tê sepandin. Herî dawî me ÎHD raporek wiha ragihand. Me dît ku sepanên wekî tecrîda Îmraliyê bi taybetî li girtîgehên bi Tîpa S û Y û Girtîgehên Ewlekariya Bilind hene."   Erdogan, diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê kampanya li dar xistine û serlêdanên hiqûqî kirine û got ku tu ji bo van hewldanên navborî tu bersiv negirtine. Erdogan destnîşan kir ku daxwazên wan hatine paşguhkirin.   WEZARETÊ BERSIV NEDAYE   Erdogan, bibîr xist ku ji sala 2011'an û vir ve li Îmraliyê tecrîdeke berdewam heye û bal kişand ser hevdîtinên di navbera salên 2013-2015'an de li Îmraliyê hatin kirin. Erdogan, got: "Derdoreke wisa hat afirandin ku hêviya aştiyê bi rastî di nav civakê de belav bûbû. Halî hazir îro, em bi rêbazeke çewisîner re rû bi rû ne. Li parmzvanên maêfn mirovan diyar dikin ku li Îmraliyê û li girtîgehên din em li dijî vê rêbazê disekinin û dibêjin tecrîd îşkence ye. Ji bo li Îmraliyê hevdîtin pêk bê, Navenda Giştî ya ÎHD'ê serî li Navenda Giştî ya ÎHD'ê da. Lê ji Wezareta Dadê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn."    ‘DIVÊ RASTÎ BÊ BILÊVKIRIN'   Erdogan, bal kişand ser çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan hatiye destpêkirin û got: "Di demên dawî de hewl hat dayîn ku têkildarî çalakiya greva birçîbûnê daxuyaniyek bê dayîn, lê ev yek jî hat astengkirin. Dixwazin pêşî li ber îfadekirina heqîqetê bigirin. Em parêzvanên mafên mirovan nabêjin 'Bila çalakiya greva birçîbûnê bê lidarxistin, mafê jiyanê yê girtiyan be rbi xetereyê ve biçe.' Lê divê di vir ya bê dîtin ew be ku ev daxwaz rewa ne. Em dixwazin desthilat û dewlet van daxwazan bibînin û gavên berbiçav bên avêtin."   'ÇI BIKEVE SER MILÊ ME EM Ê BIKIN'   Erdogan, bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: "Heta ku polîtîkayên tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji holê ranebin, girtiyên nexweş bê şert û merc neyên berdan, lijneyên îdare û çavdêriyê neyên rakirin, em ê nikaribin behsa aştiya civakî bikin. Yekane tişta ku bi lezgînî pêdiviya civaka Tirkiyeyê pê heye  avakirina aştiyeke bi rûmet e. Di vir de civak ji bo vê yekê amade ye. Bi taybetî tecrîda li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê divê bê rakirin. Weke ÎHD em amade ne ku erka xwe pêk bînin. Dixwazim diyar bikim ku ji bo aştiya civakî çi ji destê me bê em ê bikin."    DÊ SERDANA GIRTÎGEHAN BÊ KIRIN   Erdogan, diyar kir ku bi saziyên sivîl re komîsyon ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hatine avakirin û got ku dêdi nava vê hefeteyê de serdana girtîehên ku grevên birçîbûnê lê didomin bikin.    MA / Eylem Akdag