Têkildarî xetereya li ser Girava Îmraliyê pêşnûme dan Meclisê 2023-12-08 12:23:16   ENQERE - Parlamenterên HEDEP’ê têkildarî rewşa tenduristiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtina Girtîgeha Îmraliyê ku xetereya erdhejê li ser heye, pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Newroz Uysal Aslan, Bêrîtan Guneş, Sumeyye Boz, Cengîz Çîçek û Omer Ocalan ji bo piştî erdheja li Gemlîkê agahiyekî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin were girtin, pêşnûmepirsek dan Serokatiya Meclisê.    Pêşnûmepirs bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mehmet Ozhasekî bibersivînin hate dayîn. Di pêşnûmeyê de wiha hat gotin: “Ji ber erdheja li Gemlîkê pêk hatî; xesara li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê nayê zanîn û tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din nayên girtin. Ev yek jî rê li ber fikaran vedike. Birêz Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên ragirtin ku ev girav li ser xeta fayê ye. Piştî erdheja li Gemlîkê, qala erdheja mezin a Marmarayê tê kirin. Vê yekê jî di nava civakê de rê li ber fikarên mezin vekiriye.”    Di pêşnûmeyê de ev her du pirs ji wezîran hatin kirin:    "* Piştî erdheja Gemlîkê li Girtîgeha Îmraliyê çi xesar çêbûne yan na?    * Di serî de daxuyaniyên Şaxa Marmarayê ya Odeya Endezyarên Jeolojiyê, zanyar li benda Erdheja Mezin a Marmarayê ne û balê dikişînin ser tsûnamiyê. Wisa texmîn dikin ku dê di vê erdhejê de hilweşîneke mezin çêbibe û ji ber tsûnamiyê gelek dever di bin avê de bimînin. Yek ji wan cihan jî Girava Îmraliyê ye. Gelo ji bo girtina Girava Îmraliyê tu amadekarî hene yan na? Heke hebin, ev amadekarî di çi astê de ne?”