Tevî serlêdanan tevdîr nehatin girtin, malbat bê avahî man 2023-12-08 13:17:36   AMED - Ji ber avahiya li Sûrê ya piştî erdhejê zirarê dîtibû, hilweşiya 3 avahiyên zirar dîtin, hatin valakirin. Malbatên ku li derve mane destnîşan kirin ku tevî wan serlêdanê kirine jî tu tevdîr nehatin girtin û anîn ziman ku wan careke din tirsa erdhejê jiyane.    Avahiyeke 5 qatî ya li taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûra Amedê duh hilweşiya. Avahiya di erdheja 6’ê sibatê ya navênda wê Mereşê de zirar dîtibû û tu kes tê de tunebû, hilweşîya û dîwarên 3 avahiyên li dora wê jî, ji ber hilweşînê zirar dîtin. Dîwarê 30 daîreyên ji hilweşînê zirar dîtin û her sê bînayên zirar dîtine hatin mohrkirin û malbat hatin tehliyekirin. Malbatên ku xaniyên wan zirarê dîtine bertek nîşanî rewşê dan.   BÊXANÎ MAN    Çîmen Çelî ya xaniyê wê zirar dîtiye û hatiye mohrkirin anî ziman ku ev 2 meh ku deng ji xaniyê hilweşiyaye dihat û da zanîn ku wan ji bo ku tevdîr werin girtin serî li Wezareta Hawîrdor, Bajarvenî û Avhewayê û keyayê taxê dabûn. Çelî destnîşan kir ku kes bi rewşê re eleqeder nebû û dema ku ji dîwarê avahiyê kevir ketine jî ew li keya geriyane û anî ziman ku keya wiha bersiv daye wan: “Pirsgirêk tune ye.”   ‘EM DENGÊ XWE BILIND DIKIN, EW QUT DIKIN’   Çelî bi bîr xist ku piştî avahî hilweşiya rayedar hatine û diyar kir ku şaredariyê dora avahiyên zirar dîtine mohr kiriye. Çelî bi lêv kir ku ew ji ber rewşê mexdûr bûne û axaftina xwe wiha domand: “Dê ev mirov li ku derê bimînin. Kesek tiştekî nabêje. Bi qasî ku em dengê xwe derdixin, ew jî hewl didin ku denge me qut bikin. Em bi awayeke neçar disekinin.”   ‘TEVDÎR NEHAT GIRTIN’   Ceylan Dunderen a li kêleka avahiya hilweşiyaye rûdinişt, bi bîr xist ku tevdîra ji bo avahiya hilweşiyaye hatiye girtin tenê kişandina şerîdê bû û got ku 3 roj berî niha rayedarên wezaretê hatin û tevî ku dizanîn avahî bitalûke bû jî, tu tevdîr nehatin girtin û got: “Min careke din tirsa erhejê jiya. Min got qey her tişt serobino bû. Em bêxanî man. Em hîn bûn ku tevahî daxwaznameyên me ji wezaretê re şandine avêtine çopê. Bi tu awayî tevdîr nehatin girtin. Heke tevdîr bihatana girtin me dê vê tirsê nejiyabana. Avahiyê deynin cihekê, ew tirs bi min û zarokên min dan jiyîn.” Dunderen xwest mexduriyeta wan were çareserkirin.    Sadiye Kardaş a giliya keyayê taxê kir, diyar kir ku piştî ku xanî hilweşiya avahiyên wan zirar dîtiye û ew mane li derve.    Efendî Ettî jî got ku “Kes li me xwedî dernakeve” û da zanîn ku xaniyê wan ji ber avahiya hilweşiyaye hatiye asta hilweşînê. Ettî diyar kir ku ew li derve mane û tu ciheke ku ew biçinê jî nemaye.   ‘MA DIVÊ KESEK BIMIRA?   Ferît Çalişkan anî ziman ku tevî giliyên hatine kirin tu tevdîr nehatin girtin û wiha axivî: “Ma divê kesek bimire? Berî niha jî deng ji bînayê dihatin. Van xaniyên li ber çavên we tev zirarê dîtine. Ez dixwazim rayedar demildest dest bavêjin vî karî. Carek din dibe ku em ewqas bi  şans nebin. Nemirina tu kesên ji baldarbûna şêniyên taxê bû.”    Senîha Alev destnîşan kir ku avahiyeke li nêzî dibistana zarokên wan heye û dema ew bîna jî hilweşiya dê dibistan jî ji vê yekê bandor bibin û got: “Ji bo ku avahiyê xera bikin li benda çi ne? Derûniya me xerab bû. Em nikarin ne bi şev ne jî bi roj rakevin.”   MA / Rûkiye Adiguzel - Şîlan Çîl