Diyanetê di vebijêrkên ziman de cih neda kurdî 2023-12-08 15:06:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokatiya Karên Diyanetê di nava 8 vebijêrkên ziman de cih neda zimanê kurdî.    Piştî Wezareta Tenduristiyê, Serokatiya Karên Diyanetê jî di vebijêrkên ziman de cih neda kurdî. Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal de daxuyaniyek parve kir ku di çarçoveya xebatên hevkar ên bi Ofîsa Veguherîna Dîjîtal a Serokkomariyê tên kirin de xutbeyên serokatiyê yên rojên înê û cejnan dê bi 8 vebijêrkên zimanan li ser Deriyê e-Dewletê cih bigire.    Di nav vêbijêrkên zimanan de tirkî, erebî, elmanî, fransizî, ingilîzî, îspanyolî, îtalyanî û rûsî cih digirin.    Lê kurdî di nava vebijêrkên zimanan de cih negirt.