Xwê, lîmon û şekir nadin girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne 2023-12-08 16:12:43   AMED - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa S ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê xwê, lîmon, şekir hwd. nade girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne.   Rêveberiya Girtîgeha Tîpa S ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê xwê, lîmon, şekir hwd. nade 7 girtiyên ku tevli çalakiya “Greva Birçîbûnê” ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûne. Mehmet Kirik ku li Girtîgeha Antalyayê tê ragirtin û tev li greva birçîbûnê bûye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û behsa binpêkirina mafên li girtîgehê diqewimin kir. Kirik da zanîn ku girtiyên niha di greva birçîbûnê de ne nikarin xwê, lîmon, şekir hwd. bigirin û anî ziman ku ew nikarin şerbetekê jî, ji xwe re çêbikin.   ‘BILA CENAZEYÊN ZAROKÊN ME JI GIRTÎGEHAN DERNEKEVIN’   Bav Abdulhalik Kirik ku ji jiyana zarokê xwe bifikar e, banga xwedî derketinê kir û wiha got: “Em bang li temamî gelê xwe, malbatên xwe û mirovên demokrat dikin ku bila haya wan ji vê çalakiyê û van pêkanînên derhiqûqî hebin. Bila cenazeyên zarokên me bi ser me de neyên. Divê em jî, ji derve alikariyê bidin çalakiya zarokên xwe. Em dixwazin bila ev zext û zoriya li girtîgehan li Meclisê jî bê ziman. Nahêlin ava şerbetê jî vexwin.”