Girtiyê ku piştî 32 salan ji girtîgehê derket bi dirûşmeya 'bijî berxwedana zindanan' hat pêşwazîkirin 2023-12-08 19:19:04       ŞIRNEX-Girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû ku di sala 1991'ê de hatibû girtin, bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat pêşwazîkirin.   Girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû ku di di sala 1991’ê de, di 16 saliya xwe de bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekpareyiya dewltê” hatibû girtin û cezayê muebbetê lê hatibû birîn, Ji Girtîgeha Tîpa T a Karakoçan a Xarpêtê deerket. Yûsûfoglû li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi girseyî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” hat pêşwazîkirin. Kesên ku ji bo pêşwazîkirina Yûsûfoglû kom bûn, li dora wî govend gerandin û kevok firandin.    17 sal berê li girtîgehê nexweşîna Ulseratif Kolit li Yûsûfoglû peyde bûbû. Ji xeynî vê nexweşiyên wekî varîs, fitqa piştê, mîde û apneya xewê jî lê peyda bûbûn.