Cenazeyê zaroka di çem de hatibû ditîn hate veşartin 2023-12-09 08:59:36   ŞIRNEX - Cenazeyê Zelîn Ç. ya 15 salî ku hate îdiakirin xwe avêtiye Çemê Dîcleyê, li gundê Bazîftê hate veşartin.    Hat îdiakirin ku di 27’ê mijdarê de du xwişkan li navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo întîharê xwe avêtin Çemê Dîcleyê. Ji zarokan Z.Ç. a 14 salî ji hêla masîvanên li derdorê ve hatibû rizgarkirin. Lê zaroka 15 salî Zelîn Ç. di demekî kin de li ber avê ketibû û winda bûbû.   Cenazeyê zaroka 15 salî li nêzî gundê Xanê yê dikeve ser sînorê Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê welatiyan ve hate dîtin.    Cenazeyê Zelîn Ç. ku duh bi şev ji aliyê malbat û xizmên wê ve anîn navçeya Cizîrê piştî kar û barên otopsiyê li gundê Bazîft ê Cizîrê hate veşartin.