Ayhan ê beriya 50 salan Abdullah Ocalan nas kir: Tecrîd ji bo Tirkiyeyê tê wateya karesatê 2023-12-09 10:34:12   ENQERE - Abdurrahman Ayhan anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê di nava dînamîkên civakê de rê li ber dijminatiyê vekir û got: “Tecrîdkirina Ocalan, ji bo Tirkiyeyê tê wateya karesatê.”   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin 33 meh in tu agahî nayê girtin. Fikarên bi agahînegirtinê dest pê kirin, piştî erdheja li Gemlîkê çêbû zêdetir bûn. Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku di 10’ê cotmehê de ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê li 74 navendên cîhanê hatibû destpêkirin, bi çalakiyên cur bi cur didome. Greva birçîbûnê ya dorveger ku di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kir, li 106 girtîgehan didome û li Amed, Mêrsîn, Wan û Edeneyê jî ji bo piştgiriya bi girtiyan re çalakiyên Nobeda Edaletê hatin destpêkirin.   Abdûrrahman Ayhan ku di salên 1970’yî de dema xwendekarê Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê bû Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas kir, pergala tecrîdê ya Îmraliyê, rewşa agahî negirtinê û çalakiyên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatin destpêkirin nirxand. Ayhan ê bi xwe jî tev li çalakiya greva birçîbûnê ya di 8’ê mijdara 2018’an de di pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê de dest pê kir û 200 rojan berdewam kiribû, bûye û hişyar kir ku domandina tecrîdê dê ji bo Tirkiyeyê bibe felaket.    HEWLDANÊN ABDULLAH OCALAN ÊN AŞTIYÊ    Ayhan, diyar kir ku Abdullah Ocalan ji sala 1993’an û vir ve ji bo aştiyeke mayînde têdikoşe û wiha got: “Ez ji sala 1993’an û vir ve têkoşîna aştiyê ya birêz Ocalan dişopînim. Ez di wê baweriyê de me ku geşedanên erênî yên weke agirbest û hevdîtinên aştiyê yên mîna wê, wê tevkariyeke mezin li welêt bike. Lê belê ev 33 meh in tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Divê rêxistinên girseya demokratîk, rewşenbîr, hiqûqnas, nivîskar, hunermend û parlamenterên li Tirkiyeyê li dijî vê yekê bi hestiyar bin. Ne tenê li Tirkiyeyê, divê li cîhanê jî avahiyên demokratîk û navneteweyî û her kesên ji xwe re dibêje 'ez mirov im' ji vê tecrîdê re bêje bes e. Binêrin qasî ku tecrîd berdewam bike dê herkes di bin tecrîdê de be. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan berdewam bike, Tirkiye nikare demokratîk bibe.”   ‘CPT TIŞTÊN DIQEWIMIN RAST NÎŞAN NADE’   Ayhan, destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan demildest bi malbat û parêzeran xwe re hevdîtinê bike nêzîkatiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) a li Îmraliyê rexne kir. Ayhan ê got ku “CPT tiştên li Girtîgeha Îmraliyê diqewimin rast nîşan nade” wiha berdewam kir: “Ocalan, 25 sal in li Zindana Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. 33 meh in destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. CPT herî dawî serdana Girtîgeha Îmraliyê kir û diyar kir ku di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin Ev got, lê ya pêwîst nekir. Careke din dibêjim, israra di rakirina tecrîdê de tê wateya israra di aştiyê de.”   ‘TÊKILIYA DI NAVA GELAN DE TÊ QUTKIRIN’    Ayhan, da xuyakirin ku modernîteya kapîtalîst ji bo têkiliya di navbera Abdullah Ocalan û gelan de qut bike tecrîd kûrtir kiriye û destnîşan kir ku rizgariya gelan paradîgmaya Modernîteya Demokratîk e. Ayhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet baş dizane ku paradîgmaya Birêz Ocalan li Rojhilata Navîn tê jiyîn. Naxwazin paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bi gelan re bibe yek. Binêrin Ocalan di gotina xwe ya beriya niha de banga ‘lihevkirina civakî pêk bînin’ kiribû. Dewlet çima ji vê gotina Ocalan ditirse. Ji ber ditirsin ku ev fikir civakî bibe firsendê nadinê. Lê çi bikin bila bikin, êdî nikarin bikevin pêş vê fikrê.”   ‘DAXWAZA GIRTIYAN ZELAL E’    Ayhan, anî ziman ku girtî li dijî bêhiqûqiyê laşê xwe dane ber birçîbûnê. Ayhan, bi lêv kir ku li welatên weke Tirkiyeyê hiqûq û demokrasî lê nîne, mirov ji bo ku bikarin xwe bidin îfadekirin êdî laşê xwe deynin holê û wiha lê zêde kir: “Girtî îro daxwaza demokratîkbûna Tirkiyeyê dikin. Daxwazên girtiyan zelal û diyar in. Ji van daxwazan demokratiktir daxwaz nînin.”   ‘TECRÎD KARESATA TIRKIYEYÊ YE’    Ayhan, hişyar kir ku tecrîd ji bo Tirkiyeyê te wateya karesatê û wiha domand: “Polîtîkaya şer ku desthilata heyî di pirsgirêka kurd de israr dike, bandor li her qada jiyana me kiriye. Di civakê de parçebûnên cidî hene. Ev perçebûn di navbera gelan de rê li ber dijminatiyê vedike. Ev yek rê li ber dijminatiya dînamîkên civakî vedike. Tecrîdkirina Ocalan ji bo Tirkiyeyê tê wateya karesatê. Tê wateya ku li Tirkiyeyê mirov nikare bijî. Her kesên alîgirê maf, hiqûq, edalet û mafên mirovan divê ji vê rewşê re bêjin bes e. Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn û ev tecrîd tavilê bê rakirin.”   ‘DIVÊ HERKES LI DIJÎ TECRÎDÊ DENG DERXÎNE’    Ayhan, li dijî tecrîdê bang li hemû beşan kir ku deng derxînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li vî welatî rastiya gelekê heye. Ev gel jî gelê kurd e û divê herkes vê rastiyê bibîne. Ji bilî kurdan û dostên wan gelek avadanî ji vê rewşê re bêhelwest dimînin. Heke Ocalan dengê xwe bigihîne civakê, dê tevkariyeke cidî li demokratîkbûna Tirkiyeyê bike. Heke tecrîd berdewam bike, dê her beşa civakê zirarê bibîne. Divê herkes li her qadê li dijî tecrîdê bertekê nîşan bide. Ev peywîra mirovbûnê ye. Heke dengê Ocalan bigihe civakê, dê tevkariyeke baş li demokratîkbûna Tirkiyeyê bike. Heke tecrîd berdewam bike, dê her beşa civakê zirar bibîne. Divê her kes li her qadê bertekê nîşanî tecrîdê bide. Ev peywîra mirovbûnê ye. Li Zindana Îmraliyê pergaleke îşkenceyê ya li cîhanê neyê dîtin heye.”   MA / Hakan Yalçin