‘Em ê li pişt daxwazên mafdar ên Dayikên Şemiyê bisekinin’ 2023-12-09 16:20:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên li bajarên cuda ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê hatin kirin de ev peyam hate dayîn: “Em ê li pişt daxwazên mafdar ên Dayikên Şemiyê bisekinin.”   Ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê ku bi salan in ji bo xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin têdikoşin û rastî zext, qedexe, tundî û astengiyan tên li bajarên cuda daxuyanî hatin dayîn   MÊRSÎN    Li Mêrsînê Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem bi armanca piştgiriya Dayikên/Mirovên Şemiyê li Parka Ozgur Çoçûkê daxuyanî da. Rêxistinên HEDEP’ê yên navend û navçeyan û endamên Platforma Hawîrdorê ya Mêrsînê di nav de gelek nûnerên saziyan tev li bûn.    Di daxuyaniyê de pankarta “Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne” hate vekirin.    Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekîr Sitki Keçecî yê ewilî axivî, wiha got: “Em ê ji vê hefteyê şunde tenê derbarê sînordarkirina dewletê ya meş û xwepêşandanan û mafên bi destûra bingehîn hatine ewlekirin de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Malbata Şenyaşar dê di 16’ê kanûnê di nava me de be. Em ê di wê daxuyaniyê de li vir edaletê vebêjin.”   ‘EM Ê LI PIŞ DAYIKÊN ŞEMIYÊ RAWESTIN’    Yek ji parêzerên OHD’ê Ozgur Çaglar jî di axaftina xwe de da zanîn ku mafê civîn, meş û xwepêşandanan bi destûra bingehîn hatiye ewlekirin. Çaglar, destnîşan kir ku bikaranîna vî mafê ne girêdayî destûrê ye û wiha got: “Ev maf pêdiviya civakê û mirovan e. Em ê li pişt daxwazên mafdar ên Dayikên Şemiyê bisekinin.”   HATAY   Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê jî bi boneya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan di konteynirê de daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya gelek parazvanên mafên mirovan tev li bûn de Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Coşkûn Selçûk metna daxuyaniyê xwend. Selçûk, bal kişand ser binpêkirinên mafan û bêedaletiya her ku diçe li welat zêde dibe.   RIHA   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê bi armanca piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re li ber Baroya Rihayê daxuyanî da. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, xizmên windayan û rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Eren Baskin, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Rihayê, Şaxa İHD a Semsûrê, Serokê Baroya Riha Abdullah Oncel û parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rihayê Dîlan Kûnt Ayan, nûnerên gelek saziyan beşdar bûn.   Di daxuyanî ji ber Hefteya Mafên Mirovan ku ji aliyê ÎHD, OHD û Baroya Rihayê ve tên lidarxistin li ber Baroya hat dayin. Metna çapemeniyê ji aliyê rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Parêzer Nahîde Aslan Polat ve hat xwendin. Aqûbeta Adnan Bagca (32) yê ku di sala 1990'î de li navçeya Girê Sor a Rihayê dema ajokarê teqsiyê bû dixebitî hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin pirsî.   COLEMÊRG    Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî li navenda navçeya Geverê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên ÎHD’ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê û rêveberên HEDEP’ê beşdar bûn. Di daxuyaniya wêne û pankart hatin hilgirtin de Sekretera Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn axivî. Di daxuyaniyê de aqûbeta Hayrûlla Ozturk ê di tîrmeha 1994’an de li mezraya Bêqalte ya navçeya Şemzînanê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin hate pirsîn û çîroka wî hate xwendin.  Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.