Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan 2023-12-10 08:23:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Kudra da zanîn ku ji 7’ê cotmehê heta niha di êrişên Îsraîlê de bi giştî 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê Eşref el-Kurdra têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî da. El-Kudra diyar kir ku di encama êrişên Îsraîlê yên 24 saetên dawî de 213 filistînî hatine kuştin, 210 cenaze û 2 hezar û 300 birîndar sewqî nexweşxaneyan hatine kirin. Bi domdarî Kudra anî ziman ku ji 7’ê cotmehê heta niha di encama êrişên Îsraîlê de 17 hezar û 700 kes hatine kuştin û 48 hezar û 780 kes jî birîndar bûn.    ’57 AMBULANS BÛN HEDEFA ÊRIŞAN’   Kudra, destnîşan kir ku li herêma Nexweşxaneya Ewropa ya Xezeyê dema ambulansekê hewl dide birîndaran tehliye bike hedef hate girtin û di êrişê de 2 xebatkarên tenduristiyê birîndar bûne, xesar gihiştiye ambulansê û heta niha 57 ambulans hedef hatine girtin. Bi domdarî Kudra got ku 36 xebatkarên tenduristiyê di destê Îsraîlê de ne, Îsraîlê bi zanebûn 132 saziyên tenduristiyê hedef girtiye, 22 nexweşxane û 46 navendên tenduristiyê ji xizmetê derxistine, bûye sedema mirina 295 xebatkarên tenduristiyê û birîndarbûna bi sedan ji wan. Her wiha Kudra bang kir ku alîkariya tenduristiyê ji Şirîda Xezeyê re were kirin û got ku bi sedan birîndar terkî mirinê hatine kirin.