Îşkenceya di dema binçavkirinê de vegotin 2023-12-10 11:16:46   STENBOL - Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Edanûr Îbrahîmoglû û Îbrahîm Uzun tundiya di dema binçavkirinê de vegotin û diyar kirin ku rapora derbkirinê wergirtine û dê gilî bikin.    Ji bo berteka li dijî dayîna cenazeyan di qutiyan de li Stenbolê di 7’ê kanûnê de daxuyanî hate dayîn û polîsan êriş kirin. Di êrişê de 46 kes hatin derbkirin û binçav krin. Hevberdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Edanûr Îbrahîmoglû û bavê endamê HPG’ê Yilmaz Uzun ku hestiyên wî di qutiyê de radestî malbata wî hatibûn kirin Îbrahîm Uzun bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Îbrahîmoglû û Uzun diyar kirin ku dê têkildarî tundiya li wan hatiye kirin gilî bikin.    ‘ÊRIŞAN ELEQEYA XWE BI TECRÎDÊ RE HEYE’    Îbrahîmoglû got ku tiştên diqewimin eleqeya xwe bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hene û diyar kir ku polîtîkayên tecrîd li ser tevahiya civakê belav bûne. Îbrahîmoglû, destnîşan kir ku bi êrişan re dewlet hewl dide têkiliya rêxistinên demokratîk bi civakê re qut bike û wiha domand: “Êriş, êdî bûne polîtîkayên îktîdarê. Ez vê êrişê weke êrişeke şexsî nabînim. Ji ber ku îktîdar ev demekî dirêje li dijî jinan û ciwanan êrişan dike. Lewma divê mirov li dijî van êrişan bisekine.”    Bi domdarî Îbrahîmoglû wiha got: “Em êrişên li dijî cenazeyan qebûl nakin. Me xwest di vê mijarê de daxuyaniyekê bidin. Polîsan dor li me girtin û hêj me daxuyanî nedabû ku bi lêdanê em binçav kirin. Ez li erdê hatim kaşkirin û xwestin bi berstûhka min, min bixeniqînin. Piştre jî serê min li wesayîtê xistin û pêhnek li çavê min dan. Li nexweşxaneyê bi kelemçeya ji pişt ve ez birim odeya tedawiyê. Min rapora derbkirinê wergirt. Ji ber tundiya hatiye kirin ez ê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û dozgeriyê gilî bikim. Îktîdar, ji civaka birêxistinkirî ditirse. Lê em ê serî li ber zextan netewînin. Em ê xwedî li cenazeyên xwe derkevin. Heta ku em armanca xwe ya civaka azad pêk tînin jî dê têkoşîna xwe bidomînin.”    DÊ GILIYÊ ÊRIŞKARAN BIKE   Îbrahîm Uzun ku kurê wî Yilmaz Uzun (Tolhildan Tekman) di sala 2020’an de li Sêrtê di encama êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest da û hestiyên wî di qutiyekê de hatin radestkirin jî ji ber êrişa polîsan ji lingê xwe birîndar bû. Uzun, da zanîn ku rapora derbkirinê wergirtiye û ev tişt anî ziman: “Di dema binçavkirinê de gelek caran serê min li wesayîtê xistin. Di wê navberê de hinek polîsan jî li lingê min dixistin. Lingên min hinek meriçî. Têkildarî vê min li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hamîdiye Eftfal a Şîşliyê rapora derbkirinê wergirt. Ez ê giliyê êrişkaran bikim. Heke em li welatekî demokratîk bin, wê demê xwepêşandan mafekî demokratîk e. Tekane daxwazeke min ji gelê me heye; ew jî yekitî ye. Heke em nebin yek dê her tim bi êrişên wiha re rû bi rû bimînin.”    MA / Esra Solîn Dal