Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn 2023-12-10 13:18:18   ENQERE - Di meha 98’an a Komkujiya Gar a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn. Seroka Komeleya 10 Ekim-Derê Mehtap Sakîncî Coşgun  got: “Roj bi roj hewl didin komkujiyê bidin jibîrkirin. Lê belê em ê soza xwe ya ku komkujiyê nedin jibîrkirin pêk bînin.”    Endamên DAIŞ’ê li dijî mitînga “Aştî û Demokrasiyê” ya hêzên Ked û Demokrasiyê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an a li Qada Gar a Enqereyê êrişa bombeyî kirin û bi sedan kes hatin qetilkirin. Qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn. Bi boneya 98’emîn meha komkujiyê, li pêşiya garê daxuyanî hate dayîn. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û endam û rêveberên Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) tev li daxuyaniyê bûn.    ‘DIXWAZIN BIDIN JIBÎRKIRIN’   Seroka 10 Ekîm-Derê Mehtap Sakîncî Coşgun di daxuyaniyê de axivî û got “em li cihê bûyerê ne.” Coşgun, wiha domand: “Heta niha guh nedan tu daxwazên me. Li dijî mitînga aştiyê ya Ked û Aştiyê, bi komkujiyê bersiv dan. Mixabin li 49 bajarên Tirkiyeyê cenaze hatin şandin. Dirûşma bi hezaran kesan aştî bû. Dev ji aştiyê berdin, li vî welatî tu daxwaz nehatin qebûlkirin û pêşketinek çênebû. Di komkujiyê de 104 kes hatin qetilkirin lê mekanîzmaya edaletê nehat karîgerkirin. Berpirsyarên rasteqîn ên komkujiyê nehatin dîtin û darizandin. Hewl didin bi darizandinên her du mehan carekê vê dozê tune bikin. Roj bi roj dixwazin vê komkujiyê bidin jibîrkirin.”    JI BÎR NEKE, NEDE JIBÎRKIRIN   Bi domdarî Coşgun anî ziman ku ji bo edalet pêk were ew ê hatine xwe ya li pêşiya garê bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Me soz daye ku dê 10’ê Cotmehê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê vê soza xwe bi cih bînin. Em dixwazin sozên ji bo hatine dayîn bi cih bên. Em ê her tim bên vê derê û daxwazên xwe dubare bikin.”