Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt 2023-12-10 22:48:05   ŞIRNEX - Hate diyarkirin ku li Şirnexê ciwanê bi navê A.B. yê 17 salî ku li wargeha lîseyê dima û ji aliyê midurê wargehê ve ji wargehê hatiye avêtin xwe kuştiye.    Hate îdiakirin ku ciwanê bi navê A.B. yê 17 salî ku li Lîseya Sporê ya Şirnexê ya li navenda Şirnexê ye dixwend, xwe kuştiye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin A.B. yê weke leylî ji bajaroka Dêra Hînê ya navçeya Qilebana Şirnexê hate navenda Şirnexê û li Wargeha Lîseya Anadolû ya Teknîk a Pîşeyî dima, bi midurê wargehê re nîqaş kir. A.B. yê piştî nîqaşê ji wargehê hate avêtin, li malbata xwe geriya û got ku ji wargehê hatiye avêtin. Hate îdiakirin ku piştî A.B. ev agahî bi malbata xwe re parve kir întîhar kiriye.    Hate zanîn ku A.B. yê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest daye.