Îsraîlê êrişî Şamê kir 2023-12-11 11:45:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Balefirên şer ên Îsralê gelek deverên li dora Şamê hedef girtin.    Êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê her ku diçe zêdetir dibin. Hat destnîşankirin ku Îsraîlê duh bi şev saet derdora 23.05’an gelek deverên li dora Şamê bombebar kir.    Çavkaniya ewlehiyê yên ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA’yê re axivî, destnîşan kir ku pergala wan a parastinê moşekên hatine avêtin bêbandor kiriye û anî ziman ku hin moşekên ketin jî rê li ber ziyanên madî vekirine.     Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku di êrişan de “Mewziyên Hîzbûllahê” yên li Hêrêma Sayeda Zeyneb a nêzî Balefirgeha Şamê hatine hedefgirtin.