Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê 2023-12-11 16:25:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên Nobeda Edaletê yên li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê de hat destnîşankirin ku heya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe dê çalakî bidome û wiha hat gotin: "Divê her kes bibe dengê vê têkoşînê."    Çalakiyên Nobeda Edaletê yên ji bo piştgirtiya greva birçîbûnê ku li girtîgehan ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareserkirina meseleya kurd hatin destpêkirin, li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê didomin.    MÊRSÎN   Li Mêrsînê çalakiya Nobeda Edaletê ku ji aliyê TÛAY-DER a Çûkûrovayê hat destpêkirin, di roja 8'an de ye. Çalakî bi beşdariya dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên civaka sivîl didome. Encama MEclisa Dayikên Aştiyê MEryem Erbey ku di Nobeda Edaletê de axivî, destnîşan kir ku heya xeber ji Abdullah Ocalan neyê girtin dê nobeda xwe bidomînin û got: "Divê em xeberekê ji Rêberê xwe bigirin. Divê dewleta Tirkiyeyê gavekê biavêje. Tecrîd, di şexsê Rêbertiyê de li ser hemû kurdan tê domandin. Em vê yekê qebûl nakin û em ê bitêkoşin. Heya em azad bibin em ê bitêkoşin."    EDENE   Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) beşdarî çalakiya ku ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene ya Akdenîzê (AATÛHAY-DER) bîn. AKtivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek eks tev li çalakiya NObeda Edaletê bûn. Dayika Aştiyê Nejla Kocaman di çalakiya nobedê de axivî, diyar kir ku divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û bang li hemû derdoran kir ku bibin dengê vê çalakiyê.    WAN   Çalakiya Nobeda Edaletê ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (TÛHAY-DER) li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Wanê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 7'an de dewam kir. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên Şaxa Sendîkaya Malnişînan (Emeklî-Sen) a Wanê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û nûnerên gelek saziyên sivîl serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de tim dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Serokê Şaxa Emeklî-Sen'ê ya Wanê Tîmûr Sayyîgît di serdanê de axivî û got: "Heta ku ev faşîzm bê rûxandin û zilma li zindanan bê rakirin wê têkoşîna me bidome." Endama Dayika Aştiyê Perîşan Aslanê jî kesên beşdarî Nobeda Edaletê bûne silav kir û got: "Em ê li cem girtiyên ku li zindanê dest bi greva vekirî kirine, bin."   Hevserokê TUHAY-DER'ê yê Wanê Çetîn Ûyar jî ev tişt gotin: “Hevalên me yên li 106 girtîgehan ji bo birêz Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê. Ev greva birçîbûnê û Nobeda Edaletê ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan hatiye destpêkirin. Weke sazî û gelê Kurd dê çalakiya me heta 15’ê Sibatê bidome. Em dixwazin her kes bibe dengê vê têkoşînê.”   AMED   Çalakiya Nobeda Edaletê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û çareserkirina pirsgirêka kurd, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Dem Partî) a navçeya Rezan a Amedê didome. Di çalakiyê de ku 8 roj li du xwe hiştin, çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û ji kes û saziyên ku serdana wan kirin re armanca nobeda xwe gotin. Nûnerên DBP’ê, Dem Partiyê, rêxistina Dem Partiyê ya Farqînê û MEBYA-DER serdana Nobeda Edaletê kirin.   Li avahiya Dem Partiyê ya navçeya Rezanê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” û “Ji dayikên lehengan, hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” hatin daliqandin. Dayikên çalakvan li ser daxwazên xwe axivîn û bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” piştgiriya çalakiya gireva birçîbûnê ya li zindanan ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, kirin.