Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin 2023-12-11 20:40:03   ŞIRNEX- Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê û rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun ku di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da, li Sêgirkê hat definkirin.   Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê û rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun ku li gundê Taloka yê navçeya Qileban a Şirnexê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin. Gun ku danê sibehê dema bi kurê xwe re ji bo êzingan çû nava zeviyê rastî êrişa çekdarî hat, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gun ê ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, piştî karên otopsiyê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û malbatê ji bo definkirinê ew bir bajarokê Sêgirkê.   Cenaze bi konwoyeke qelebalix û bi tevlêbûna rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî, Meclisa Dayikên Aştiyê û Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatan Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) ji Şirnexê hat wergirtin. Cenazeyê Gun li Garistana Serê Gund hat definkirin.    Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Qilêbanê Abdullah Yaman piştî definkirinê axaftinek kurt kir û got: "Hevalê me Ahmet ji gel, dost û hevalên xwe re wekî keleh û hêlînê bû. Hevalê me Ahmet kesekî dilnizm û welatparêz bû. Ew kesekî dilsozê ziman, çand, erdnîgarî û neteweya xwe bû."   ‘KUJERÊ WÎ DEWLET E'   Yaman anî ziman ku Ahmet Gun 40 sal bûn kedkarê gelê xwe û rêxistina xwe bûye û wiha got: “Hevalê me Ahmet îro ji aliyê zaliman ve bi neheqî hat şehîdkirin. Heval Ahmet ne ji aliyê kesekî ve, ji aliyê dewletê bi xwe ve hatiye kuştin. Zarokên gelê kurd 40 sal in her roj ji aliyê hêzên tarî ve tên şehîdkirin. Zîhniyeta dewletê bi salan bû sedem ku hevalê me Ahmet û gelek kesên wekî wî şehîd bibin. Hz. Alî dibêje ku li dinyayê du cure zilm hene. Ya pêşî yê ku zilmê dike û yê duyem jî yê li zilmê temaşe dike. Ji ber vê sedemê bila tu kes li zilma li hevalê Ahmet hatiye kirin temaşe neke û qebûl neke. Ger em vê zilmê qebûl bikin, em ê jî bibin şirîkê wê. Ji hemû gelê kurd re sersaxiyê dixwazim."   Piştî definkirinê gel ji bo sersaxiyê çû mala malbatê.   Şîn dê li mala malbata Gun a li Meheleya Tolîgîya bê danîn.