ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-12 09:00:43     * Di qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê de bi dehan kes li ber deriyên mala xwe bi guleyên sekvanan hatin qetilkirin. Malbatên wan 9 sal in ji bo edaletê têdikoşin û dibêjin: "Em ê wan rojan ji bîr nekin û li pey doza wan bimeşin. Kujerê zarokên me dewlet e."   * Çawîşê psipor K.K. dest dirêjî zarokeke 15 salî kir. Her wiha zarokê eşkere kir ku xizmê wê H.Y. jî dest dirêjî wê kiriye. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya zarokê hat girtin. Tevî îfadeyê û raporan jî li dozgeriyê îfadeya çawîşê pispor nehat girtin, lê 30 sal ceza li xizmê wî hat birîn.    * Fatûreyên bargiran ên DEDAŞ'ê û cezayên DEDAŞ dibire kirine ku li Mêrdînê cotkar dest ji çandiniyê berdin. Cotkaran anî ziman ku ji ber ku DEDAŞ'ê dest daniye ser desteka wan, êdî nikarin çandiniyê bikin.    * Malbatên girtiyên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, gotin "Dibe ku sibê dereneg be" û bang li her kesî kirin ku li dijî tiştên diqewimin dengê xwe bilind bikin.    * Dîlek Baykan a ji bo keça xwe ya girtî ji Enqereyê koçî Amedê kir û tevli 'Nobeda Edaletê' bû got ku "Ez bi dayikan re me" û ji bo hemû girtiyan doza edalet û azadiyê kir.    * Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kiriklarê tên ragirtin û di greva birçîbûnê de, dertnîşan kirin ku xelasbûna pirsgirêkên Tirkiye û Rojhlata Navîn bi azadbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e.    * Li aktîvîsta TJA’yê Ayşe Ekîncî 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Sedema ceza jî weke pirtûkên hatine desteserkirin, axaftina wê ya di Newrozê de û nûçeyên derheqê wê de hatine çêkirin in.   * Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz anî ziman ku divê şandeyên serbixwe bişînin Girava Îmraliyê û bi lêv kir ku divê pirsgirêka kurd were çareserkirin.    * Danişîna Doza Kobanê dê li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   * Pîrên elewiyan û alimên olê dê têkildarî şer û tecrîdê li Navenda Giştî ya HDK'ê daxuyaniyê bidin. (11.00)    * Nobeta Edaletê ya li Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê hatiye destpêkirin didome. (11.00-17.00)   * Bi boneya Hefteya Mafên Mirovan dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (13.00-18.30)   * Şaxa ÎHD'a Êlihê dê têkildarî pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn li pêşiya Girtîgeha Tîpa M a Êlihê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Çalakiya karkerên Ozak Tekstîlê di roja 16'an de berdewam dike. (13.00)   * Doza navçeya Pirsûs a Rihayê li siyasetmedarên DBP û HDP'î hatiye vekirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê lidaxistin. (13.00)