Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê 2023-12-12 10:01:41 COLEMÊRG - Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz anî ziman ku divê şandeyên serbixwe bişînin Girava Îmraliyê û bi lêv kir ku divê pirsgirêka kurd were çareserkirin.  Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê bi komployeke navneteweyî di 15’ê sibata 1999’an de anîn Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û 25 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, 33 meh in agahî nayê girtin. Piştî ku Abdullah Ocalan anîn Îmraliyê bi hincetên “koster xerabe ye” û “rewşa hewayê nebaş e” hevdîtina wî ya bi malbat û parêzeran re dihat astengkirin, ev qedexe piştî hewldana darbeya 15’ê tîrmehê di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de 4 caran heta 6 mehan hatin domandin. Ji Abdullah Ocalan ê vê carê di bin navê “dîsiplînê” de hevdîtina wî ya bi malbat û parêzeran re tê astengkirin 33 meh in agahî nayên girtin. Vê yekê di rayagiştî de fikar zêde kirin.    Li çar aliyê cîhanê kampanyaya bi daxwaza Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin berdewam dike, li girtîgehan jî bi hezaran girtî bi heman daxwazê di 27’ê mehê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Sîbel Çapraz destnîşan kir ku divê daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn û divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê.    Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Sîbel Çapraz   FIKARÊN JIYAN Û TENDURISTIYÊ     Çapraz, bi lêv kir ku polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd ên desthilata AKP’ê û MHP’ê bi pergala tecrîda girankirî ya li Îmraliyê hatiye kûrkirin û wiha got: “Ji sala 2015’an ve tecrîd belavî hemû qadan bûye. Ji sala 2019’an ve tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Ji ber vê yekê gel, malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ji aliyê jiyan û tenduristiyê ve bi fikar in. Ev jî rewşeke mafdar e.”   BANDORA TECRÎDÊ YA LI SER GIRTIYAN    Çapraz a qala bandora girtiyan a polîtîkayên tecrîdê kir, da zanîn ku di encama vê yekê de girtiyên nexweşên giran nehatine berdan. Çapraz, bal kişand ku li girtîgehan 651 jê giran ji hezar 500’an zêdetir girtiyên nexweş hene û wiha berdewam kir: “Mafê xwegihandina tenduristiyê ya girtiyan bi temamî hatiye xespkirin. Heta ku girtiyên nexweşên giran neyên ber mirinê û seqet nebin nayên berdan.”   SEDEMA BINGEHÎN A ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Çapraz, destnîşan kir ku divê li Îmraliyê tecrîd were bidawîkirin û di pirsgirêka kurd de çareserî were pêkanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê bi Ocalan ku muxatabê pirsgirêka kurd e hevdîtin bên kirin û çareseriyekê pêk bînin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin bertekeke ji ber neçareserkirin berdewam dike ye. Sedemê bingehîn ê destpêkirina girtiyan a çalakiya greva birçîbûnê ji ber neçareseriya pirsgirêka kurd, tecrîda topyekun kul i ser Ocalan û civakê tê pêkanîne.”   Çapraz, destnîşan kir ku bi polîtîkayên tecrîdê pirsgirêkên berdewam dikin dikare were çareserkirin û got: “Çareserî diyar e, mifte jî diyar e. Tecrîd pêl bi pêl belavî hemû welat bûye. Divê bêyî ku ev çalakiya greva birçîbûnê were asta ku girtî jiyana xwe ji dest bidin hikumet çareseriyekê biafirîne.”   GIRÎNGIYA ABDULLAH OCALAN     Çapraz, anî ziman ku divê girîngiya civakî ya Abdullah Ocalan were dîtin û bi lêv kir ku ji daxwaza azadiyê ya tê kirin weke ÎHD serî li Wezareta Dadê dane ku şandeyekê bişînin Girava Îmraliyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku ev daxwaz di demekî nêzîk de were bersivandin. Divê di demekî kurt de şandeyeke serbixwe biçe Girava Îmraliyê, şertên li wir di cih de bibîne, girtiyên li wir bîbine û bi agahiyên ku ji gel re bibin bersiv vegere. Em dixwazin demildest ev daxwaza me were qebûlkirin. Em dixwazin pirsgirêka kurd êdî bi muxatabê wî re were çareserkirin.”   MA / Mazlûm Engîndenîz