8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe 2023-12-12 10:30:40   ŞIRNEX - Li Cizîrê gelek malbat ji bo aqûbeta xizmên xwe yên 8 sal berê di dema qedexeyên derketina derve de winda kirin hîn bibin têdikoşin.    Di 14’ê Kanûna sala 2015’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û 79 rojan berdewam kiribû. Bi ser qedexeyê re 8 sal derbas bûn. Di nava 79 rojan de jin û zarok jî di nav de 288 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji van kesan 177 jê li jêrzemîna avahiyeke li Taxa Cûdî ku lê asê mabûn, di encama çekên giran de hatin kuştin. Bi ser re 8 sal derbas bûn lê hêj jî gelek cenaze winda ne.    Li gorî daneyên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER); hêj jî aqûbeta Ferîde Yildiz, Mardîn Çelebî, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyîn Dervîş, Servet Aslan, Îdrîs Susîn, Alî Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Sercan Ugan, Mûstafa Keçanlu, Emrah Aşkin û Sakîne Durmîş nayên zanîn. Lê belê tê gotin ku gelemperiya van kesan di dema qedexeyê de jiyana xwe ji dest dane.    DU ZAROK Û BIRAYEKÊ XWE WINDA KIR    Yek ji dayikên ku li keça xwe digere jî Hizne Arslan e. Arslan, tevî malbata xwe li gundê Deşta Lala yê li Çiyayê Gabarê dijiya û hêj zarok bû ku gundê wan di sala 1990’î de hate şewitandin. Ji ber zext û zordariyê, li Taxa Çemkûrk ê Cizîrê bi cih bûn. Arslan, tevî 7 zarok û hevjînê xwe li vir dijiya û di dema qedexeyan de keça wê Hacer û kurê wê Mehmet Saît û birayê wê Mehmet Selîm Turay jiyana xwe ji dest dan. Arslan, cenazeyê birayê xwe yê zewicî û zarokên wî hebûn û cenazeyê kurê xwe defin kir. Lê belê tu agahî ji keça xwe ya 19 salî negirt.    Arslan, da zanîn ku keça wê li Kabîna Tenduristiyê ya Bîşengê ya girêdayî Şaredariya Cizîrê de dixebitî, di dema qedexeyan de mala wan hate hilweşandin lewma li cem xizmên xwe yên li taxê mane. Arslan, bi lêv kir ku li gel keça xwe herî dawî di roja 35’an a qedexeyê de axivî ye û ji wê rojê ve tu agahiyan jê nagire.    Bi domdarî Arslan anî ziman ku dema aqûbeta keça xwe dipirsiya, hîn bûye ku birayê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Dema min agahiya şehadeta birayê xwe girtî ez aloz bûm. Min dît ku li nexweşxaneyê tu sivîl nînin. Tenê polîsên tîmên taybet û kesên mîna DAIŞ’ê hebûn. Ez heta nîvşevê li wir mam. Wê demê digotin ku dê birîndarên li jêrzemînê bînin. Hêviyek li min jî peyda bû ku dê zarokên xwe bibînim. Lê kesek ne anîn. Ji bo wergirtina cenazeyê birayê xwe bi rojan min li ber xwe da. Di dawiya dawî de me cenaze dît. Dê me bi ambulansê bibira goristanê lê polîsan destûr nedan tu kes tev li merasîma definkirina cenazeyê bibe. Min û dotmama xwe cenaze defin kir.”    DEMA LI KEÇA XWE DIGERIYA CENAZEYÊ KURÊ XWE DÎT    Di berdewamê de Arslan destnîşan kir ku di dema qedexeyê de nekarîn şîna xwe bigirin û şîna xwe deynin. Arslan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema navên kesên li jêrzemînê hatin kuştin dihatin xwendin, navê keça min jî hate xwendin. Piştre jî ez çûm Mêrdînê û min mînaka xwînê da. 2 hefte piştre li min geriyan û gotin ku cenaze li Rihayê ye. Ez tavilê çûm wê derê. Ez li benda cenazeyê keça xwe Hacerê bûm lê cenazeyê kurê min derket.”    EV 8 SAL IN ŞÎNA KEÇA XWE NEGIRTIYE   Arslan, got ku ji bo keça xwe careke din mînaka xwînê daye û ev tişt anî ziman: “Demek piştre nivîsek hate malê. Di nivîsê de gotin ku cenazeyê keça min nîne. Bi ser re 8 sal derbas bûn. Ne min karî şîna keça xwe bigirim ne jî şîna wê deynim. Ne tenê min, gelek malbatan nekarîn cenazeyên zarokên xwe bigirin. Jêrzemîn jî di nav de, tevahiya malên li taxê hatin rûxandin û xerabeyên wan avêtin Çemê Dîcleyê. Dema ev xerabe dirijandin, parçeyên laşên mirovan ji nav derdiketin. Em wisa difikirin ku cenazeyên kesên cenazeyên wan winda jî avêtine wê derê. Piştre jî ew der kirin park. Belkî jî cenazeyê keça min wiha tune kirin.”    ‘BI CENAZEYAN NIKARIN MALBATAN TESLÎM BIGIRIN’    Arslan, daxuyand ku heke keça wê jiyana xwe ji dest dabe bila cenazeyê wê were dayîn û wiha got: “Cenazeyên mirovan dixin qutiyan û ji malbatên wan re dişînin. Vê yekê tenê ji bo girankirina êşa malbatan dikin. Weke dayikekê ez yek gav jî paşve naavêjim. Ez ê ji têkoşîna xwe zarokên xwe nemînim. Yek dilop xwîn jî di laşê min de hebe ez ê dilsozê rêya zarokên xwe û hevalên wan bim. Zarokên min ne zarokên ewil ên vê têkoşînê û ne jî yên dawî ne. Ez bi wan serbilind im. Bila nebêjin ‘me cenaze nedan û malbatên wan teslîm girtin.’”    Yek ji kesên din ê aqûbeta wî nediyar jî Osman Gokhan e ku bavê 7 zarokan e. Hevjîna wî Taybet Gokhan (45) got; “Di roja ewil a qedexeyê de hevjînê min ji malê derket û êdî venegeriya. Bi ser re 8 sal derbas bûn lê hêj jî nehatiye. Tevî vê yekê jî dewlet tê û pirsa wî ji me dike.”    ZAROK LI BAVÊ XWE DIGERIN   Gokhan, diyar kir ku hinek şahidên pêvajoya qedexeyê jê re gotine ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Piştî qedexeyê tu deverek nema ku me serî lê nedayî. Me xwîn da lê encamek jê derneket. Piştşî çûna hevjînê min her roj bi ser mala me de girtin. Berê çekan didan zarokên min û digotin; ‘dê tevekan gulebaran bikim. Bavê xwe bînin.’ Ev yek zilm e. Zarokên min dibêjin; ‘xwezî parçeyek ji bavê me mabûya. Me gorek jê re çêbikira.’ Qet nebe me bizaniya bê ka gora wî li ku ye. Zarokê min ê biçûk hêj jî faneleyê bavê xwe hembêz dike. Hewl dide bêhna bavê xwe bigire. Cenazeyê wî tune be jî em wî tu caran ji bîr nakin. Heta ku em sax bin dê xwedî li doza wî derkevin.”    'BI HÊVIYA KU ROJEKÊ WERE ÇAVÊ MIN HER TIM LI DERÎ YE’    Dayika Feyrûz Ugan jî aqûbeta kurê xwe Sercan Ugan (18) dipirse. Ugan, dibêje: “Ev 8 sal in kurê min tune ye. Her tişt mîna duh li bîra min e. Kurekî pir bi cisaret û egîd bû. Ji gelê xwe hez dikir. Her tim rûken û keyfxweş bû. Dema qedexe dest pê kirin, ji me re erzaq kirî. Piştre jî derket û ji wê rojê ve em agahiyan jê nagirin. Me mînaka xwînê da lê hêj tu encam jê derneketine. Tevî hemû hewldanên me jî têkildarî saxbûn an mirina wî me tu xeber negirtin. Hêj hêviya min heye ku dijî. Çavê min li derî ye. Belkî rojekê derkeve û were. Hêvî û baweriya min heye. Her tim hestek di dilê min de heye ku dibêjim dijî.”    MA / Omer Akin