Li Geverê bi ser malan de hate girtin 2023-12-12 10:32:15   COLEMÊRG - Li Geverê bi ser malan de hate girtin û kesek hate binçavkirin.    Polîsan îro li Taxa orman a navçeya Gever a Colemêrgê bi ser du malan de girtin. Hat zanîn ku bi hinceta “îxbarê” bi ser malan de hatiye girtin û di encamê de welatiyê bi navê Mûstafa Bor hate binçavkirin. Di serdegirtina mala din de jî ji ber ku Bahoz Bor ne li malê bû, nehat binçavkirin.    Mûstafa Bor birin Midûriyeta Emniyetê ya Geverê.