Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn 2023-12-12 12:55:59   AMED - Welatiyan li beşa bêkesan a li Goristana Yenîkoyê tûpên xwînê yên nav û hejmara kîmyayê li ser dîtibûn. Têkildarî mijarê serlêdana sûc hatibû kirin. Du sal piştre têkildarî lêpirsînê biryara “Hewcehî bi şopandinê nîne” hate dayîn. OHD’ê ji bo derheqê berpirsyaran de doz were vekirin li dijî biryarê îtîraz kir.    Di meha gulana 2021’ê de li beşa bêkesan a Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê nêzî 100 tûpên xwînê yên di bin axê de hatine veşartin ji hêla welatiyan ve hatin dîtin. Li ser vê yekê parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) serlêdana sûc kiribû û têkildarî lêpirsînê biryaa “Hewcehî bi şopandinê nîne” hate dayîn.    OHD’ê, di 13’ê gulana 2021’ê de bi sedemên “Neparastina daneyên şexsî”, “Tûpên xwînê li gorî usûlê nehatine îmhakirin” û “madeyên jehrî” li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir. Biryara têkildarî lêpirsînê 2 sal û 6 meh piştre anku di 24’ê mijdarê de hate teblîxkirin.    Li gorî nûçeya JINNEWS’ê; dozgeriyê di hinceta biryara xwe ya “hewcehî bi şopandinê nîne” de îdia kir ku di encama lêkolînên edlî de li derdorê hêmayên sûc nehatine tespîtkirin. Dozgeriyê, îdia kir ku tûpên xwînê ji bo şewitandinê birine wê derê û li ser tûpan tu barkod û nîşaneyek nîne. Di berdewama biryarê de wiha hate gotin: “Têkildarî bûyerê îfadeyên notirvanên goristanê hatin girtin. Notirvanan gotin ku tûpên xwînê li beşa bêkesan bû, dema li vir rê li ber tu rewşên neyînî venekirine û nizanin kê ew tûp danîne wê derê… Her wiha nehate tespîtkirin bê ka ev tûp aydê kê ne û bi kîjan armancê hatine bikaranîn.... Têkildarî qirêjîkirina hawirdorê tu tespît nehatine kirin û di çarçoveya TCK 181 û 182’yan de îxtîmala wan a ku zirarê bidin hawirdorê nîne.”     OHD’Ê LI DIJÎ BIRYARÊ ÎTÎRAZ KIR   OHD’ê jî li dijî biryarê li Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê îtîraz kir. OHD’ê xwest ku peywirdarên ewlekariyê yên eleqeya wan bi bûyerê re heye û peywira xwe xerab bi kar anîne, tipa edlî, dozger û xebatkarên dozgeriyê bên tespîtkirin û doz lê were vekirin.    Bi domdarî di daxwaznameyê de OHD’ê da zanîn ku biryara “Hewcehî bi şopandinê nîne” li dijî usûl û qanûnan hatiye dayîn û wiha got: “Tûpên xwînê yên li cihê bûyerê, ku hem ji hêla me ve hem jî ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatine tespîtkirin, ji bo lêkolînkirina sûc û şopandinê bes in.”    OHD’ê di daxwaznameyê de destnîşan kir ku berevajî îdiaya dozgeriyê, di encama lêkolîna cihê bûyerê de derketiye holê ku tu hewldanên ji bo şewitandina tûpên xwînê çênebûne, li ser tûpan wêne hene, hejmara ATK û kîmyayê hene ku aydê salên 2015 û 2016’an in, li ser tûpan nav û paşnav hatine tespîtkirin û ev tûp li gorî mewzûatê nehatine îmhakirin.