Birayê Yildiz a di greva birçîbûnê de ye: Divê gelê kurd xwedî li çalakiya girtiyan derkeve 2023-12-15 09:02:03   SEMSÛR - Birayê Necla Yildiz a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di greva birçîbûnê de ye, Kamber Yildiz, diyar kir ku divê gelê kurd xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkeve û got: "Divê gel li cem girtiyan be û li her derê bertek nîşan bide."   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin 33 meh in tu agahî nayê girtin. Li dijî agahînegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakiyên greva birçîbûnê yên ku dê heta 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bidome di roja 19'an de berdewam dikin.   Ji girtiyên tev li greva birçîbûnê bûne yek jê jî Necla Yildiz e. Yildiz ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, beriya hefteyekê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Yildizê diyar kir ku bi daxwaza tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dest bi greva birçîbûnê kirine û heta daxwazên wan pêk neyên dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Birayê Yildiz Kamber Yildiz (34) ji ajansa me re axivî. Yildiz diyar kir ku divê gel çalakiya li girtîgehan hatiye destpêkirin xwedî derkeve.   Kamber Yildiz   'EM BI FIKAR IN'   Yildiz diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê li girtîgehên din jî belav bûye û got ku  ji ber van pêkanînên kêfî tevî ku diviyabû di 3'yê Sibatê de xwîşka wî bihata berdan jî nehatiyê berdan. Yildiz anî ziman ku ew weke malbat ji ber çalakiyên greva birçîbûnê bi fikar in û wiha got: “Xwîşka min diyar kir ku ew tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê tê meşandin qebûl nakin û heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakiya xwe bidomînin. Bi heman awayî li girtîgehên din jî polîtîkayên tecrîdê tên meşandin û girtî bi hincetên keyfî tên cezakirin. Ji ber greva birçîbûnê a li girtîgehan em jî wekî malbat bi fikar in. Tevî ku cezayê xwîşka min bi dawî bûye jî, salek bi hincetên keyfî di girtîgehê de tê girtin. Xwîşka min ji me re got ku girtiyên din bi hincetên keyfî nehatine berdan. Xwîşka min di sala 2020-2021’an de li dijî zext û bêhiqûqiya li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kir. Di wê serdemê de rêveberiya girtîgehê bi hinceta çalakiya gireva birçîbûnê ceza da. Ji ber vê jî cezayê we hat dirêjkirin. Ji ber grevên birçîbûnê li Dadgeha Cezayê Giran jî rûniştina dozê didome. Ji ber dûrbûnê em nikarin bi rêkûpêk serdana we bikin. Nêzîkî du meh berê axaftina bi telefonê jê re hat qedexekirin. Mehek nikarîbû bi telefonê bi malbata xwe re biaxive. Li Girtîgeha Sîncanê polîtîkayeke taybet a weke salên 80’an tê meşandin.”   'DIVÊ GEL XWEDÎ LI ÇALAKIYÊ DERKEVE'   Yildiz destnîşan kir ku divê gelê kurd xwedî li çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kiriye derkeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd di dîrokê de gelê berxwedêr e. Ji bo vê jî pêwîste gelê Kurd piştgiriya girtiyan bike. Divê gel bi daxwaza girtiyên li girtîgehê re li her derê bertek nîşan bidin. Divê dewlet jî li hemberî vê yekê gavan biavêje. Ya ku divê dewlet bike ew e ku daxwazên gel bi cih bîne. Rêberê gelekî bi vî rengî nayê girtin. Nerast e ku meriv serokê bi mîlyonan bi giravekê ve girêbide û wî ji gelê wî veqetîne. Ji bo ev pêvajo bi awayekî aştiyane çareser bibe divê dewlet hiqûq û edaletê pêk bîne. Li welatekî ku edalet lê nebe û demokrasî pêş nekeve pirsgirêka Kurd jî çareser nabe."   'TECRÎD PIRSGIRÊKÊ KÛRTIR DIKE'   Yildiz di berdewama axaftina xwe de Yildiz bi lêv kir ku tecrîd dibe sedem ku xitimandina pirsgirêka kurd kûrtir bibe û ev tişt anîn ziman: “Çawa ku mînaka Afrîkaya Başûr, Nelson Mandela jî demeke dirêj di şert û mercên tecrîdê de dîl hat girtin. Lê piştre derket holê ku girtîgeh ne çareseriya pirsgirêkan e. Tecrîdkirina Serokê bi milyonan pirsgirêka heyî kûrtir dike. Abdullah Ocalan ne tenê kesek e, rastiya gelê Kurd e. Di vê nuqteyê de ya ku divê dewlet bike ew e ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi Abdullah Ocalan re diyalogê pêk bîne. Abdullah Ocalan jî gelek caran diyar kiriye ku ev pirsgirêk bi diyalogê çareser dibe, ne bi şer. Polîtîkayên şer û tecrîdê jî zirareke mezin dide dewletê. Pêwîste pêvajoya çareseriyê careke din berdewam bike. Muxatabê vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi vî awayî grevên birçîbûnê bi dawî dibin."   'ABDULLAH OCALAN DERFET E'   Yildiz di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkên heyî ye û axaftina xwe bi van gotinan qedand: "Abdullah Ocalan ji bo Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsendeke mezin e. Rastiyek û muxatabekî wek Abdullah Öcalan heye. Divê dewlet rûyê xwe ji vê yekê re nezivirîne. Hawirdora aştiyê ya ku bi çareseriya pirsgirêka Kurd li welat derkeve holê aramiyeke nava civakê de belav bibe. Abdullah Öcalan fîlozofê sedsala nûjen e. Divê dewlet vê yekê li ber çavan bigire û tecrîdê rake. Pêwîste van polîtîkayên înkar û çareseriyê deyne aliyekî û gavan biavêje. Abdullah Ocalan ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê muxatab e. Wek ku wî got, şer û pirsgirêkên ku em dijîn îro berdewam dikin ji ber ku di nav dewletê de muxatab tune."   MA / Mahmût Altintaş