Doza tacîzê hate taloqkirin 2023-12-15 11:16:37   ŞIRNEX - Doza cîgirê midûr Burak Ercan ku li Cîzîrê li dijî 43 xwendekaran îstîsmara zayendî kiribû bi hinceta mutalaa nehatiye amadekirin hate taloqkirin.    Cîgirê midûr Burak Ercan li navçeya Cizîr a Şirnexê li dijî 43 xwendekaran îstîsmara zayendî kiribû. Derheqê faîl de bi sedemên “tacîza zayendî”, “Bi rêya dest avêtinê îstîsmara zayendî kiriye” û “êrişa sivik a zayendî” doz hatibû vekirin. 9’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin. Bersûc bi awayeke negirtî tê darizandin û b rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Şirnexê jî di danişînê de amade bûn.    Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Şandeya dadgehê bi sedema ku dozger mutalaa amade nekiriye, doz taloqî 1’ê sibatê kir.