Kurê girtiyê nexweş: Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî! 2023-12-15 11:53:52   SÊRT - Abdulalîm Kaya bi îdiaya “her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” hatiye girtin ku AYM’ê ev sûc betal kiribû. Kurê Kaya, Felemez Kaya diyar kir ku rewşa bavê wî nebaşe û wiha got: “Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî. Divê tavilê were berdan.”    Girtiyê nexweş Abdulalîm Kaya ê 81 salî li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê tê ragirtin û rewşa wî giran e. Bi hinceta ku di sala 2008’an de tev li daxuyaniyekê bûye, 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derheqê Kaya de doz vekir û bi îdiayên “her çend ku endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “propagandaya rêxistinê” 5 sal cezayê hefsê lê birî.  DAdgeha Bilind jî cezayê Kaya di sala 2011’an de erê kir. Kaya, li Bursayê emeliyata prostatê bû û di 14’ê cotmeha 2020’an de hate binçavkirin. Kaya, piştre jî birin Girtîgeha Tîpa H ya Bursayê û 60 rojan bi tena serê xwe di odeyê de hate hiştin. Di encama serlêdanan de cezayê Kaya di 4’ê çileya 2021’ê de ji bo 6 mehan hate taloqkirin.    Tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî Kaya di 31’ê adara 2023’yan de dîsa hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Ji bo taloqkirina cezayê Kaya serlêdan hatin kirin lê ji ber rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” ya Saziya Tipa Edlî (ATK), ev serlêdan hatin redkirin.    JI BER JIYANA WÎ BIFIKARIN   Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 8’ê kanûnê de bi sedema ku binpêkirina Destûra Bingehîn e, fikraya 6’emîn a sûcê “Her çend ku endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” betal kir. Lê belê biryar hate dayîn ku ev biryar 4 meh piştre bikeve meriyetê. Çavê çepê yê Kaya nabîne, guhê wî yê çepê nabihîse, gurçikên wî îflas kirine, teşhîsa demansê jê re hatiye kirin û ji ber nexweşiya dil anjiyo bûye. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê di 12’ê cotmeha 2022’yan de ji bo Kaya rapora ku ji sedî 93 astengdar e da. Tevî ewqas nexweşiyan jî Kaya nehat tehliyekirin. Parêzerê Kaya û Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî yên Kaya hene û xetere li ser jiyana wî heye. Alptekîn, piştî biryara AYM’ê raporên tenduristiyê yên Kaya ji 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re şand û xwest ku bêyî xwe li benda 4 mehan bigirin were berdan.    XWEST KAYA BÊ BERDAN   Alptekîn, da zanîn ku herî dawî serî li Serokkomariyê dane û wiha got: “Serokkomariyê dosyaya wî xwest û gotin ku piştî lêkolînkirina dosyayê dê li me vegerin. Me serî li ATK’ê da ku ji ber rewşa heyî di girtîgehê de nemîne. Her wiha ji her partiyê me peywendî bi hemû parlamanteran re danîn û jê xwest ku mijarê bikin rojev. Ji ber rewşa tenduristiyê Kaya nikare di girtîgehê de bimîne. Em dixwazin Serokkomar rayeya xwe bi kar bîne û înfaza wî bide sekinandin.”    KURÊ KAYA: BAVÊ MIN NIKARE 4 MEHAN BIJÎ   Kurê Kaya, Felemez Kaya jî got ku bavê wî di nav nivînan de ye û bêyî alîkariya hevalên qawîşê nikare tu pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Kaya, diyar kir ku bi kursiya biteker dibin nexweşxaneyê û wiha domand: “Her cara diçim girtîgehê bavê min dibêje ‘ez nikarim êdî li ber xwe bidim, dê bimrim, heke hûn min ji vir dernexînin dê cenazeyê min derkeve.’ Dê biryara AYM’ê 4 meh piştre bikeve meriyetê. Lê bavê min nikare 4 mehên din li girtîgehê bijî. Divê tavilê bê berdan.”    ‘RAGIRTINA WÎ TIŞTEKÎ ÎNSANÎ NÎNE’    Kaya, bal kişand ser rapora ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” û axaftina xwe wiha qedand: “Bi rastî jî bêhiqûqtiyeke mezin heye. Bavê min li ser kursiya biteker çûbû ATK’ê û nedikariya bimeşe. Dema çûy, rapora ji sedî 93 astengdar e pê re bû. Raporên hemû nexweşiyên wî hene. Tevî vê yekê jî ATK bi helwestekî îdeolojîk nêz dibe. Heke xwedî wijdan bûna dê rapor esas bigirtana. Li gorî raporan bavê min nikare di girtîgehê de bimîne. Ragirtina bavê min tiştekî însanî û hiqûqî nîne. Êdî bila rayedar destê xwe deynin ser wijdana xwe û bavê min tavilê berdin. Dixwazin siyasetmedar û hiqûqnas bikevin nava hewldanan.”   MA / Rûkiye Adiguzel