Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe 2023-12-15 11:55:19 MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê beriya hilbijartinê mîlyonan pere da şaredariya AKP’î. Şaredariya AKP’î jî neguhêzbar da ber firotinê.    Rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, beriya hilbijartina 31’ê adara 2024’an bi belavkirina çavkaniyên şaredariyê ve mijûl e. Şaredariya Bajarê Mêzin ji şaredariyên AKP’î yên Mîdyad û Kerboranê re bi navê “alîkariyê” mîlyonan pere şand. Tê texmînkirin ku pereyên ji şaredariya AKP’î re beriya hilbijartinê hatine şandin ji bo “Fînanskirina xebatên AKP’ê yên hilbijartinê” ne.    ŞANDINA PEREYAN A ŞAREDARIYÊN AKP’Î   Şaredariya ku ji hêla qeyûm Tuncay Akkoyûn ve tê birêvebirin, biryara qerdarbûnê da û ji Banka Bajaran nameya temînatê stend. Her wiha biryar hat dayîn ku 20 mîlyon pere di bin navê “alîkariyê” de ji şaredariyên AKP’î re were veqetandin.    NEGUHÊZBARAN DIFIROŞIN   Şaredariya Midyadê jî 13 neguhêzbarên aydê şaredariyê da ber  firotinê. Şaredariyê 13 neguhêzbarên li taxên Acirli, Akçakaya û Işiklarê ên bihayê wan nêzî 40 mîlyon lîre ne, wek zevî da ber firotinê.