AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e 2023-12-15 13:20:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo biryara destûrnedayîna lidarxistina çalakiya 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê li Qada Taksîmê weke “biryara li dijî destûra bingehîn” qebûl kir.    Walîtiya Stenbolê di salên 2014 û 2015’an de destûr neda bû ku pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê li Qada Taksîmê bên lidarxistin. Ser re jî polîsan êrişî çalakvanan kirin. Têkildarî biryara qedexeyê û êrişa li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdan hatibû kirin. AYM’ê, biryara xwe eşkere kir.    Serlêdan ji hêla Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TBB) ve hatibû kirin. AYM’ê di sala 2016’an de serlêdan qebûl kiribû. AYM’ê destnîşan kir ku Walîtiya Stenbolê bi biryara xwe ya qedexeyê re xala 34’an a Destûra Bingehîn a “Mafê lidarxistina civîn û xwepêşandanan” binpê kiriye.    BIRYAR BI PIRANIYA DENGAN HATE DAYÎN   Biryar bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Biryar di hejmara nû ya rojnameya fermî de hate weşandin.    Dadgehê îdiaya “qedexeya miameleya xerab hatiye binpêkirin” jî bi sedema “bingeheke wê nîne” red kir.    Ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên wekî vê, biryar ji Walîtiya Stenbolê, Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re hate şandin.