Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand 2023-12-15 13:32:42   ERDEXAN - Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya “tifaqê” derewand û got ku dê li her devera bajar bi namzetên xwe bikevin hilbijartin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Erdexanê, îdiaya ku tê gotin dê li navend û navçeyên bajar bi tifaqên cuda re “tifaq” were kirin, derewand. Têkildarî mijarê li avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê DEM Partiyê ya Erdexanê Yalçin Azîzoglû got ku biryareke wan a bi vî rengî nîne.    Azîzoglû, diyar kir ku li dijî partiya wan propaganda tê kirin û wiha axivî: “Ev propagandaye bêbingeh e. Partiya me dê li Erdexan û navçeyên wê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê. Tu eleqeya kesên van îdiayan dikin bi partiya me re nîne.”