Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn 2023-12-15 13:34:34   ÊLIH - Salek û 3 meh cezayê hefsê li polîsê ku parêzer Orhan Alphan derb kiribû hate birîn.    Parêzerê Baroya Êlihê Orhan Alphan, di 14’ê nîsana 2022’yan de li hundirê avahiya edliyeyê rastî tundiyê hatibû. Alphan, giliyê polîs M.G. kiribû û derheqê êrişkar de bi sûcê “bi qesdî birîndar kiriye” doz hatibû vekirin. Di 20’ê çileya 2023’yan de jî biryar hatibû dayîn. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê ji sînorê jêr 8 meh û 20 roj cezayê hefsê dabû êrişkar û bicihanîna cezayî taloq kiribû.    Baroya Rihayê biryara dadgeha herêmî bir Dadgeha Îstînafê. Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî betal kir û dosya dîsa ji 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê re şand. Di danişîna derheqê polîsê bersûc de biryara hate dayîn.    Li gel Alphan, her wiha gelek parêzerên ji baroyên cuda jî tev li danişînê bûn. Dadgehê li aliyan guhdarî kir û ji bo biryarê navber da. Dadgehê, ji ber sûcê “bi qesdî birîndar kiriye” salek û 3 meh û 16 roj cezayê hefsê li bersûc birî. Dadgehê bicihanîna ceza taloq kir.