Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan 2023-12-15 17:01:04   AMED - Li navçeya Erxeniyê ji ber rêyên ku DEDAŞ’ê kolan û qeyûmê şaredariyê çênekirin bi daxuyaniyekê bertek hate nîşandan.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê mexdûriyeta ji ber kolana Şîrketa Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) derketiye holê li ber avahiya DEDAŞ’ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya yê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin, bal kişand ku bi bandora şertên zivistanê mexdûriyet zêde bûne û wiha got: “Ev cadeya em niha daxuyaniyê lê didin bi mehane hatiye kolandin. Bi tu awayî nayê temamkirin. Esnaf û gelê li vê derê ji vê rewşê gelek aciz e. Ne qeyûm ne jî rayedarên DEDAŞ’ê bergiriyekê nagire.”