Hat xwestin ku li Haral ê ku bi kuştinê gef li Serokê Baroya Amedê Eren xwar 4 sal ceza bê birîn 2023-12-16 09:05:04   AMED - Der barê Fatîh Haral de ku agahî û wêneyên Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî belav kirin û bi kuştinê gef lê xwarin, bi daxwaza ji 9 mehan heta 4 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.   Serdozgeriya Komarê ya Amed lêpirsîna der barê Fatîh Haral de ku bi hesabên X'ê yên bi navê "@katipdemir1864", "@kontemristo" û "@arifdogan1923" agahî û wêneyên Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî belav kirin û bi kuştinê gef lê xwarin, temam kir. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku bi giliya Eren a piştî gefên Haral lêpirsîn da destpêkirin, ji bo tespîtkirina hejmarên IP yên hesabên bikarhêner ên "@katipdemir1864", "@kontemristo" û "@arifdogan1923" agahî ji X'ê xwestin. Rêvebiriya X'ê ku li gorî polîtîkaya pargîdaniyê agahdariya bikarhêner bi aliyên sêyemîn ên wekî polîs û yekîneyên darazê re parve nake, lê ji ber "rîska mirinê" navnîşana IP'ê bi polîs û dozgeriyê re parve kir.   Piştî vê hat tespîtkirin ku parvekirinên navborî ji telefona Fatîh Haral hatine kirin. Piştî vê Haral û kurê wî Ahmet Bûrak Haral li mala xwe ya Enqereyê hatin binçavkirin û piştî îfadeyan serbest hatin berdan.    Di lêkolîna hat kirin de hat tespîtkirin ku Haral parvekirinên navborî bi telefona şîrketa lê dixebite û tahsîsî wî hatiye kirin, kirine. Haral di îfadeyê de li xwe mikur hat ku wî ew gef û agahî parve kirine û derpêş kir ku gava parve kiriye serxweş bûye.    Haral diyar kir ku ji ber ku parvekirinên Eren "ne yên welatparêziyê bûne" xwestiye bi gefxwarinê wî çavtirsandî bike.    Haral bilêv kir ku tu eleqeya kurê wî bi wan parvekirinan tune ye û tiştên pê tên tawanbarkirin qebûl nekirine û got: "Ez ji ber parvekirinên xwe poşman im."    Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê kurê Haral de biryara neşopandinê da, lê der barê Haral de jî îdianame amade kir û xwest bê cezakirin.    Îdianameya hat amadekirin ji Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê re hat şandin. Lê îdianame bi hinceta ku delîl baş nehatine komkirin hat îadekirin. Lê dozgeriyê îtiraz kir û serî li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê da. Dadgeha navborî jî îdianameyê ji Dadgeha Ceza ya Asliye ya 9'an a Amedê re şand.    Hat xwestin ku ji 9 mehan heta 4 salan ceza li Fatîh Haral bê birîn.   Tê payin ku di nêz de danişîna yekem bê diyarkirin.