Pirs ji wezîran hate kirin lê AFAD’ê bersiv da 2023-12-16 13:53:48   ENQERE - Têkildarî telîsên bi nivîsa “AFAD’ê” yên ji mewziyên çeteyên OSO’yê de derketin holê ji wezîrê karên hundir pirs hatibû kirin. Li şûna wezîr, AFAD’ê bersiva pirsan da û bersiva wê rê li ber pirsên nû vekir.    Di mewziyên komên paramîlîter ên OSO’yê de ku ji hêla dewleta tirk ve hatine avakirin û li hinek herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bicihkirin de telîsên bi nivîsa “AFAD’ê” derketibûn holê. Bi van telîsan mewzî hatibûn çêkirin. Têkildarî mijarê Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan di 12’ê cotmehê de bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya bibersivîne pêşnûmepirsek dabû Serokatiya Meclisê. Li şûna Yerlîkaya, Serokatiya Karesat û Rêveberina Lezgîn (AFAD) bersiv da.    ÎDIA KIR ARD HATIYE ŞANDIN    AFAD’ê di bersiva xwe de ev îdiaye kir: “Di serî de gelê sivîl ê li Sûriyeyê dijî, ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên gelê berhewce, 100 hezar tonên ard hate şandin.”    Her wiha hate gotin ku ev ard ji hêla Midûriyeta Giştî ya Ofîsa Berhemên Axê ve hatiye hîbekirin û Heyva Sor a Tirk û AFAD’ê jî şandin û belavkirina wê kiriye. Bi domdarî wiha hate gotin: “Ardê behsa xeberê ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên gel, radestî meclisên li bakurê Sûriyeyê hatine kirin. Ew jî vî ardî radestî firinan dikin û weke nan didin gel. AFAD jî ji bo ev ard bigihije gel, pêvajoya koordînasyonê dimeşîne.”    Li ser bersiva AFAD’ê, Newroz Uysal Arslan û Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş dîsa mijar xist rojeva Meclisê.    Di pêşnûmepirsê de ev pirs hatin kirin:    * Meclisên behsa xeberê li ku ne, ji hêla kê ve hatine avakirin û ji kê pêk tên?     *Ev meclisên behsa xeberê bi rêya hilbijartinên demokratîk an bi rêya tayînkirinê hatine avakirin?    * 100.000 tonên erd ji ku hatine temînkirin?    * Heke AFAD tenê di koordînasyonê de be, wê demê çima li ser telîsên ard de navê wê heye?    * Gelo dema AFAD’ê ev alîkarî kirin tu qeyd girtine yan na? Gelo ji van meclisan tu ewraqên fermî girtiye?    * Di pêşnûmepirsa hatiye bersivandin de pirsên ‘telîsên bi nivîsa AFAD’ê ku di dîmenan de bi eşkereyî xuya dikin, kê dane cîhadîst, çete yan jî kesên din? Ev alav çawa gihiştine ber destê wan? Gelo wezareta we têkildarî van dîmenan tu lêpirsîn dane destpêkirin?’ hatibûn kirin. gelo hûn ê bersiva van pirsan bidin?”