Rûniştina F: Bila mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin 2023-12-16 15:53:16   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F” de bal kişand ser parastina mafên tenduristî û jiyanê yên girtiyan û banga berpirsyartiyê li rayedaran kir.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe. Çalakiya 612’emîn li pêşiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê hate lidarxistin. Ji ber 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser binpêkirinên mafan û rewşa girtiyên nexweş. Di çalakiyê de pankartên “Mafê girtiyan mafê mirovan e” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatin vekirin. Beşdaran gelek caran dirûşma “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” berz kirin. Gelek aktîvîstên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn daxuyanî xwend.    Bekîn, bal kişand ser dîrokçe û xalên Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan û got: “Li gorî vê beyannameyê û belgeyên mafên mirovan ên Tirkiye piştre bûye alî; hemû mirov wekhev ji dayik dibin û mimaleyeke wekhev heq dikin. Her wiha divê ev wekhevî ji bo girtiyan jî hebe. Divê sepanên pergala înfazê veneguherin cezakirinê. Divê miameleyeke li gorî rûmeta mirovan û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî be.”   REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ    Bekîn, baş kişand ser Danezana Lîzbonê ya Yekitiya Bijîşkan a Cîhanê û got ku li Tirkiyeyê dema mijar dibe girtiyên nexweş, ev danezan tê binpêkirin. Bekîn, got ku girtî rastî newekheviyê tên û di mijarên edalet, tenduristî, ragihandin, ava paqij, xwarin û hêj gelek mijarên din de rastî binpêkirinan tên. Berkîn, wiha pê de çû: “Mercên nebaş ên girtîgehan û stresa giran a sepanên înfazê yên li dijî mafên mirovan dike ku bi hezaran girtî ji tenduristiya xwe fîzîkî û ruhî bibin. Bi taybet jî binpêkirinên di mijarên mafê jiyanê û tendurisiyê û tedawiyê de tên kirin, binpêkirinên giran ên mafan in.”    ‘DIVÊ RAYEDAR BERPIRSYARTIYÊ LI XWE BIGIRIN’    Bekîn, bi lêv kir ku divê dewlet berpirsyartiyên xwe pêk bîne û wiha bi dawî kir: “Divê binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bike. Bêyî ku cihêkariyê bike, di serî de jî girtiyên nexweş ên rewşa wan giran divê tavilê bikarin tedawî bibin. Ji bo ku tedawiya girtiyên nexweş bê kirin divê tavilê bên berdan. Banga me ji bo rayedaran ew e ku berpirsyartiyê li xwe bigirin.”