Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dest pê kir 2023-12-16 20:34:14   AMED – Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê piştî 4 salan car din hat lidarxistin. Pêşangeh di roja ewil de rastî eleqeyeke mezin hat.    Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamayayê ku bi organîzasyona Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Eylul Fuarcilikê dest pê kir. Pêşangeh ku piştî 4 salan hat lidarxistin dê heya 24'ê Kanûnê bidome. Navnîşana fûarê Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Mezopotamyayê ye.    Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya, nivîskar Mûrathan Mûngan, Serokê Meclisê yê heyama 22'yan Bulent Arinç û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li merasîma vekirina fuarê bûn.    Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya ku di vekirinê de axivî, anî ziman ku ew ji bo bajarê xwe dixebitin û got: "Em vê wekî pêşangeha herêmê pênase dikin. 120 weşanxane û 350 nivîskar dê tev li pêşangeha me bibin."   Serokê Meclisê yê heyama 22'yan Bulent Arinç jî bilêv kir ku ji ber ku li Amedê ye pir kêfxweş e û got: "Ne pêkan e ku kes dîroka vî bajarî tune bihesibîne."    Piştî axaftinan pêşangeh hat vekirin.    Piştî axaftinê gotûbêja     Pêşangeha ku eleqeyeke zêde ji bo wê heye, dê heya 24'ê Kanûnê bidome.